AMED - Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç, diyar kir ku gotina Devlet Bahçelî ya têkildarî “mafê hêviyê” ya li Meclisê girîng e û bi lêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê hemû aktor di nava pêvajoyê de cih bigirin.
Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî di axaxftina xwe ya roja sêşemê ya li Meclisê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û piştî 43 mehan duh pê re hevdîtin hate kirin qebûl kir. Bahçelî li Meclisê wiha got: “Heke tecrîd rabe bila were li Meclisê di Koma DEM Partiyê de biaxive. Bila bibêje ku teror bitemamî xelas bûye û rêxistin hatiye fesixkirin. Heke vê vînê nîşan bide bila heta dawiyê pêşî li sererastkirina qanûnan a têkildarî bikaranîna mafê hêviyê bê vekirin. Bila navnîşan ji Îmraliyê bigihe DEM’ê.” Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) beriya 10 salan biryar dabû ku “Mafê Hêviyê” yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin.
Piştî axaftina Bahçelî “Mafê Hêviyê” dîsa bû rojev. Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç têkildarî meseleya “Mafê Hêviyê” nirxandin kirin.
MAFÊ HÊVIYÊ ÇI YE?
Guleç, bal kişand ku di siyasetê de merheleya yekemîn a pêvajoyeke nû pêk tê û diyar kir ku girîng e Bahçelî di civîna komê ya roja sêşemê de bal kişand ser “Mafê Hêviyê” û qala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Guleç, wiha domand: “Ev yek li gorî me gelekî girîng e. Mafê Hêviyê bi rastî jî hêviya kesekî ku di girtîgehê de ye ji bo derketina derve hildigire. Li gorî Qanûna Înfazê 30-36 sal cezayên muebedê û cezayên muebedê yên giran hene. Ji ber sûcên ku li dijî hin xalên Destûra Bingehîn û ewlekariya dewletê hatine kirin, yên cezayê muebedê yê giran distînin, heta ku dawî li jiyana xwe bînin li girtîgehê dimînin. Bi gotineke din, li gorî vê qanûnê, derfet nîne ku mirovek ji ber sûcên li dijî dewletê ji girtîgehê bê berdan.”
‘ÇARESERIYA DEMOKRATÎK’
Guleç, qala biryarên DMME’yê yên têkildarî “Mafê Hêviyê” û “Mafê Jiyanê” kir û anî ziman ku xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi hev re hatine nirxandin û destnîşan kir ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Guleç, bi lêv kir ku di biryarên Ocalan-Tirkiye, Kaytan-Tirkiyeyê de ev hene û wiha domand: “Gelek girîng e ku Devlet Bahçelî îşaret bi vê yekê dike. Bilêvkirina serokê giştî yê partiyekî ya binpêkirineke ku DMME’yê tespîtkiriye baş e. Pirsgirêka kurd heta niha her tim bi tedbîrên ewlehiyê û tundiyê hate xwestin bê çareserkirin. Ev yek dikare bibe gavek ji bo bidawîbûna vê polîtîkayê û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane. Ez weke serokê baroyê, hiqûqnasekî û şexsekî piştgiriya vê pêvajoyê dikim. Biryareke rakirina qanûna ku mafê hêviyê ji holê radike heye. Ev bangeke têkildarî wê ye. Heke biryareke ku rast e rast ji bo berdanê dihate dayîn hebûya, dibe ku cezayên gelekî giran li rojeva konseye bihata birîn. Li gorî normên hiqûqê yên gerdûnî ‘mafê heviyê’ mafekî girîng e. DMME’yê jî ji bo birêz Ocalan ev biryare daye. Bilêvkirina birêz Devlet Bahçelî ya vê yekê gelekî girîng e.”
HÊJ BERSIV NEHATINE DAYÎN
Guleç, diyar kir ku ji serlêdanên ku Baroya Amedê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) û Wezareta Dadê dane re bersivek nehatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Girtîgeha Îmraliyê pêkanînên li derveyî hiqûqê hene. Mafê malbatê yê hevdîtinê heye lê nahêlin malbatên girtiyên li Îmraliyê vî mafê xwe bikarbînin. Mafê hevdîtinê yê parêzer heye lê mixabin ji wî mafê xwe jî bêpar in. Gelek mafên weke van hene û her tim tiştek hincet tê nîşandan û ew hevdîtin pêk nayê. Berê bi hinceta ‘koster xerabe ye’ niha jî bi hinceta ‘cezayên dîsiplînê’ zêdetirî 4 salan e girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin pêk neanîne. Hêvî dikim ku piştî axaftinên duh tecrîd ji holê rabe. Bi guhertina polîtîkayên li Îmraliyê tên pêkanîn re polîtîkayên ku ji aştiya civakî û navîn a Tirkiyeyê re xizmetê bike bikevin dewrê. Em weke Baroya Amedê amade ne ku tişta dikeve berê me pêk bînin.”
‘DIVÊ HEMÛ AKTOR TEV LI PÊVAJOYÊ BÊN KIRIN’
Guleç, destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hemû aktor tev li pêvajoya heyî bên kirin û da zanîn ku heke ev yek neyê kirin îhtîmala ku pêvajo were qutkirin heye. Guleç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ewilî fikra hemû beşên civakî bê wergirtin. Her wiha divê derfet ji aktoran re bê dayîn ku bi hêsanî daxwaz û çareseriyên xwe yên têkildarî pirsgirêkê pêşkeş bikin. Destûra bingehîn a nû jî tê nîqaşkirin. Divê hemû partî û komên siyasî yên di nava Meclisê û derveyî wê de roleke aktîf bilîzin. Divê hemû aktor ji aliyê qanûnî ve bên ewlekirin. Divê bergiriyên hiqûqî bên wergirtin û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin.”
MA / Mujdat Can