Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN

  • rojane
  • 23:36 25 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ra gihand ku di êrişên Tirkiyeyê de bi giştî 685 caran êriş herêmê kiriye û di encamê de 17 sivîl canê xwe ji dest dane û 48 kes jî birîndar bûne. 

 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.
 
Li gorî daxuyaniyê, bîlanço wiha ye:
 
"Êrişên balafirên keşfê: 99
 
Êrişên balafirên şer: 13
 
Topbaran: 573
 
Bi giştî dewleta Tirk 685 caran êriş herêmê kiriye.
 
Di encama wan êrişan de,
 
 14 sivîl şehîd bûne
 
3 endamên hêzên leşkerî
 
Bi giştî 17 kes di bombebaran û topbarana dewleta Tirk de şehîd bûne.
 
Her wiha:
 
39 sivîl birîndar bûn e
 
9 endamên hêzên leşkerî birîndar bûn e
 
Bi giştî 48 kes birîndar bûn e.
 
Hêzên me li ser erka xwe ya xizmetkirina gel, xebatên ji bo avakirin û belavkirina îstiqrarê û parastina pêwîst û gengaz ji welatiyan re dixebitin."