* Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya piştî 43 mehan de peyameke zelal û aşkere daye û got: "Pêwîste dewleta Tirk jî bersivê bide peyama birêz Abdullah Ocalan û gaveke şênber biavêje."
* Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir ku “mafê hêviyê” mafek mirovî ye û got: “Meseleya mafên mirovan nabe ku bibe mijara muzakereyê û nîqaşê.”
* Ji Desteya Koordînasyona DÎB’ê Nesteren Davûoglû diyar kir ku heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin wê ne behsa aramiyê ne jî behsa aboriyê ne jî behsa rêzgirtinê bê kirin.
* Tehliyeya girtî Lokman Yalçin bi hinceta “derketina wî ya derve bi fikar e” 3 meh hat dirêjkirin.
* Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Ramazan Kaygisiz diyar kir ku qeydên kursên kurdî yên ku dest pê kirine wê di 2'yê mijdarê de bi dawî bibin û got: "Em ê li Egeyê û bi taybetî jî li Îzmîrê xebatên xwe yên ziman bi xurtî pêk bînin."
* Şaredarê Nablusê Husam Shakhshir diyar kir ku piştî êrişên Îsraîlê hem pirsgirêkên însanî û hem jî yên aborî derketin holê û ji hemû cîhanê xwest ku zextê li Îsraîlê bikin da ku êriş bên sekinandin.
* Alî Yaba li navçeya Miksê bi salane ji dara kevotê kevirên kişikê çêdike û got: “Heke şaredarî atolye yan jî kursekê veke ez ê bi kêfxweşî bidim hînkirin.”
* Li navçeya Silopiya berhevkirina pembû dest pê kir û ber bi dawiyê ve tê. Cotkar Recep Kavak diyar kir ku ji ber lêçûnên wan kar û zirara wan hev dernaxe û ew zirar dikin.
* Endama DEKAHDER’ê parêzer Şîrvan Yakût da zanîn ku di 9 mehên salê de hezar û 76 jinan ji bo tevdîrên li dijî tundiyê ji bo desteka hiqûqî daxwaz ji Baroya Amedê kirin e û piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan zêde bûye.
* Li navçeya Pîranê Îsmet Olmez ê AKP'yî ji bo şirketa xwe mezin bike û kapasîteya wê zêde bike karkeran wek "gundiyan" nîşan daye û ji wezaretê destûr wergirtiye.
* Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan pirs bikin û faîl bên darizandin dê li Qada Galatasarayê li hev kom bibin. (12.00)
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Colemêrgê û Îzmîrê dê çalakiyên "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" yên heftane bidomînin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbol û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya li Enereyê dê bal bikişînin ser rewşa girtiya nexweş. (13.00)
* TOHAV di çarçoveya 30'yemîn salvegera damezrandina xwe de dê li navenda xwe ya li Beyoglûyê panelek bi mijara aştiyê li dar bixe. (14.00)