AMED - Li Amedê welatiyan diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û gotin: “Budçeya gel ji bo şer tê veqetandin. Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe."
Mehmet Sarsarkan got: “Dewlet tune, dewletê deriyê xwe girtiye. Çima aborî xirab e? Balafir radibin, aborî er bi sifirê ve diçe. Mirov dikare bi wan pereyan Tirkiyeyê têr bike. Ger şer raweste, dê aborî jixweber vegere. Bi vî awayî nayê rastkirin. Pirsgirêkek pir mezin e. Gava ev desthilat biguhere dê aborî jî baş bibe."
Polîtîkayên “ewlehiyê" yên ku Tirkiye dimeşîne, bi xwe re krîza aborî jî tîne. Ji ber ku piraniya budçeya gel ji bo “budçeya şer” tê terxankirin, krîza aborî hîn kûrtir dike. Di sala 2024'an de bi qasî 971 milyar TL ji bo "sektora parastin û ewlehiyê" hat terxankirin û ev ji bo sala 2025'an wekî trîlyon û 608 milyar TL hat diyarkirin.
Amediyan bertek nîşanî "budçeya şer" dan û gotin: "Gel tenê nan dixwaze."
Heybet Yildizê diyar kir ku aboriya welêt pir xerab e û got ku kesê ku rojê bi 2-3 hezar TL'Yan dixebitin nikare debara xwe bike. Yildizê bal kişand ser heqê kirê, ceyran û avê û got: “Kirêya herî kêm 10 hezar TL ye. Fatûreyên av, ceyran û mesrefên zarokan... yek quriş jî namîne. AKP'ê welêt wêran kiriye. Ev 22 sal in AKP desthilatdar e û em her ku diçin binav dibin. Ev aborî dê çawa vegere? Ez li ser înşaetê dixebitim, lê em beleheq dixebitin. Li vî welatî jiyan zehmet e."
‘ŞER RAWESTE DÊ ABORÎ JÎ BAŞ BIBE'
Mehmet Sarsarkan got: “Dewlet tune, dewletê derabeyê xwe daxistiye. Çima aborî xirab e? Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe. Mirov dikare bi wan pereyan Tirkiyeyê têr bike. Ger şer raweste, dê aborî jixweber vegere. Lê belê di rewşa heyî de çi bikin bila bikin jî wê baş nebe. Dema ku ev desthilat biguhere dê aborî jî baş bibe."
Mahsûn Tarhan diyar kir ku bi taybetî ji bo kesên bi mûçeya kêmtirîn dixebitin debarkirin zehmet e û got ku divê mûçeya kêmtirîn herî kêm 40 hezar TL be. Tarhan got: “Mirov ji birçîna dimirin. Divê şert û merc demildest bên sererastkirin."
‘GEL TENÊ NAN DIXWAZE'
Kurmanç got: “Ma ez behsa şer, polîtîkayên aborî, dizî û nizanim çi bikim yan... Ji gel, ji me distînin. Loma jî em ne di rewşeke baş de ne. Feqîr bi tevahî feqîr in, dewlemend bi tevahî dewlemend in. Heger budçeya ku ji bo şer tê xerckirin ji bo aboriyê bihata dayîn, dê baş bûbûya. Şer dijminatiya mirovahiyê ye. Em şer naxwazin. Em nan dixwazin. Em dixwazin debara xwe û malbata xwe bikin."
Nebahat Ozen gotê “Îro tiştên ku me duh kirî em nikarin bi dest bixin. Ger rêveber xirab bi rê ve bibin, dê aborî xirab bibe. Ger hilberandin nebe dê aborî xerab bibe. Em girêdayî derve bûne. Xwezî ew pereyên ku ji bo şer hatine terxankirin ji bo perwerdehiyê bihatana veqetandin da ku gelê Tirkiyeyê bigihişta asteke baştir. Gel tenê nan dixwaze, wekî din tiştekî din naxwaze."