NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heta niha zêdetirî 30 navend ji xizmetê derketine.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şeva 23’yê cotmehê heta niha bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk bi balafirên şer, balafirên biçek û bêmirov û topan jîngeh, binesazî û saziyên xizmetê hedef girt. Di vê çarçoveyê de navendên tenduristî û perwerdeyê, firin, depoyên ard û genim, sîloyên genim, santralên ceyranê, şîrket, febrîqe, şebekeyên telefonê, stasyonên av, gaz û petrolê hedef hatin girtin.
Di êrişan de 30 navend ji xizmetê derketin.
Navên navendên derketin derveyî xizmetê ev in:
DÊRIK:
* Stasyona Siwêdiyê ya ceyranê
* Stasyona xazê ya Siwêdiyê
* Stasyona Girzîro ya petrolê
* Kargeha Zozan a Mast û Penêr
* Kargeha kîsên naylon a li gundê Mêrga Mîra
* Garaca li bajarê Dêrikê
BAJAROKÊ RIMÊLAN
* Navenda sererastkirina erebeyan
* Navendeke avahîsaziyê
* Stasyona komkirina petrolê
* Navenda dagirtina oksecînê
TIRBESPIYÊ
* Stasyonê petrolê ya Seîda
* Stasyona Babasî ya petrolê ya li gundê Kêl Hesnak
* Zeviya Oda ya petrol û xazê
* Parzûngeha petrolê ya li gundê Beyazê
* Parzûngeha petrolê ya li gundê Girê BePirê
* Stasyonê elektrîkê
QAMIŞLO
* Navenda Tenduristiyê ya li taxa Xelîc
* Navenda Tenduristiyê ya li taxa Meyselûn
* Navendeke avahîsaziyê li ser rêya Hizam
* Kargeha dirûnkariyê
* Embara genim
* Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê
* Navenda avahîsaziyê ya li gundê Heremê Şêxo
AMÛDÊ
* Stasyona elektrîkê
* Firine
TIL TEMIR
* Kargeha Çemento ya Îstîqamê
* Banka Çandiniyê
EYN ÎSA
* Embara genim
KOBANÊ
* Stasyona elektrîkê
* Firine
* Embara genim a li gundê Rovî