MÊRDÎN - Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Li Çiyayê Bagokê ku bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ye, operasyonek berfireh a leşkerî hat destpêkirin. Serê sibehê zû bi dehan wesayîtên zirxî yên leşkeriyê sewqî gundên Xirbê Mişka, Sedderiyê, Marînê û derûdora wan hatin kirin. Li herêmê helîkopter diçin û tên û kifşê dikin.
Li herêmê liv û tevgera leşkerî berdewam dike.