AMED - Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîteyê diyar kir ku ew bi kargehên ku li Baxçeyên Hewselê li dar dixin dixwazin ji bo zarokan derdoreke hînkirina azad biafirînin.
Komîsyona Zarokan û Komîsyona Mafê Heywanan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, ji bo pêhesandinê dê dest bi lidarxistina kargehên xwezayê kir. Di vê çarçoveyê de di 27’ê Cotmehê de li Baxçeyên Hewselê ji bo zarokan bernameya gerê hat lidarxistin. Komele plan dike ku 3 kargehên din jî li dar bixe. Di atolyeyan de ji zarokan re behsa girîngiya avakirina têkiliyeke aştiyane ya bi xwezayê re tê kirin. Dîsa mijarên wekî hevsengiya ekolojîk, jiyaneke yekpare, çandiniya xwezayî û parastina xwezayê tên gengeşekirin. Di kargehan de ku wê di rojên pêş de bên lidarxistin de dê zarok bi baxçeyên zarokan re tev li xebatên kedê bibin. Çalakiyên wekî kargehên heriyê, xebatên resimkirinê û afirandina hunerê bên lidarxistin.
DERDORA HÎNKIRINA AZAD
Endama Komîsyona Zarokan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çiteyê diyar kir ku ew bi kargehan ji zarokan re ku wê çawa bi xwezayê re bijîn vedibêjin. Çîteyê diyar kir ku wan xwestiye nîşan bidin ku têkiliya bi hemû zindiyên li gerdûnê re divê ne hiyerarşîk be û ev yek şêweyeke têkiliya li ser aştî, edalet û hezkirinê ye. Çiteyê da zanîn ku pergala perwerdehiya heyî li ser esasê ferdperestî, pêşbazî û têgihîştina ji dûrî komunîzmê hatiye avakirin. Çîteyê da zanîn ku "Di xwezayê de tu kes ji kesekî din ne bilindtir e. Me xwest zarok di xwezayê de hawirdorên hînkirina azad tecrûbe bikin."
Çîteyê anî ziman ku wan li Baxçeyên Hewselê yên wêrankirî atolyeyek li dar xistiye û got: "Hewsel çavkaniya oksîjenê ya bajêr e. Lê niha monokultur lê tê kirin û di ber re jî dem bi dem dar tên birîn. Bi kafeyên li wir hebûna daristanên bajêr bi awayekî di xetereyê de ye. Ji ber vê sedemê me xwest em bi lidarxistina kargehan bêjin 'em li vir in.'"
Çîteyê bal kişand ku bûye ku zarok ji kurmikan jî bitirsin û wiha got: "Rewşeke ku zarok têkiliya xwe ya bi heywanan re vediguherînin tundiyê, ji xwezayê re xerîb in û heta ku bigihêjin asta pêvajoya xwarinê nizanin. Em di serdemeke wiha de ne ku ew van wekî berhemên ku ji nişka ve li marketê tên afirandin xeyal dikin. Lewma girîng e ku em careke din zarokan bi xwezayê re bikin yek."
KARGEHÊN XEBROŞKAN
Çîteyê bilêv kir ku wêrankirina xwezayê di xebatên kargehan de jî raçav kirine û got: "Mesela me ji zarokan re got em saniyeyekê bêdeng bin û guh li dengên derdorê bikin. Dengê heywanan, dengê daran jî hene, lê zarokan dengê birekan bihîst ku daran jêdikirin."
Çîteyê da zanîn ku ew ê bi zaravayê kurmancî û kirmanckî kargehên xwebroşkan li dar bixin û got: "Divê derdora hînkirina azad bê zêdekirin."