STENBOL - Sebahat Tûncelê diyar kir ku "Plana Çokşikandinê" ya ku 9 sal berê di civîna MGK'ê de hat plansazkirin bi ser neketiye û ji bo gengeşeyên pêvajoya "nû" jî got: "Ji bo em zanibin ev jidil in, pêdivî bi hin gavên şênber heye. Paqijkirina rê yek ji van gavên şênber e."
Pêvajoya diyalogê ya di 3'yê Çileya 2013'an de di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û heyeta dewletê de hatibû destpêkirin hê dewam dikir, di 30'yê Cotmeha 2014'an de di civîna herî dirêj a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) a Tirkiyeyê de planên êrişa topyekûn a li dijî kurdan hatin çêkirin.
Di çarçoveya vê planê de ku berpêşî Daîreya Plana Stratejiyê ya Serfermendariyê hat kirin û navê "Plana Çokşikandinê" lê hat kirin, pêvajoya diyalogê ji aliyê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ve hat rawestandin.
Piştî Plana Çokşikandinê ket meriyetê, bi destê desthilatê ve "mase hat qulibandin". Piştî qulibandina maseyê, di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê ya Rihayê du polîs bi awayekî biguman hatin kuştin. Kuştina polîsan wekî sedema qulibandina maseyê hat nîşandan. Di vê çarçoveyê de, di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li hemberî Qendîlê êriş hatin destpêkirin û bi vî awayî konsepteke berfireh a şer dest pê kir.
MIROV HATIN KUŞTIN, BAJAR HATIN TUNEKIRIN
Di çarçoveya vê planê de qedexeya derketina derve ya ku yekem car li navçeya Gimgim ya Mûşê di 16’ê Tebaxa 2015’an de hatibû ragihandin, li 11 bajaran belav bû. Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) tenê di navbera 16'ê Tebaxa 2015-16'ê Hezîrana 2016'an de di qedexeyên derketina derve de hezar û 425 kes hatine qetilkirin û 2 hezar û 583 kes jî birîndar bûne. Di dema qedexeyan de herî kêm milyon û 809 hezar kes ji mafê azadî û ewlehiyê bêpar mane. Piştî ku “Plana Çokşikandinê” ya ku bajaran hilweşand ket meriyetê, operasyonên “qirkirina siyasî” hatin destpêkirin.
GIRTIN Û POLÎTÎKAYÊN QEYÛM
Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel jî di nav de gelek hevşaredar û siyasetmedar hatin girtin. Li gorî daneyên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê; di navbera 24'ê Hezîrana 2015'an û 1'ê Sibata 2017'an de 15 hezar û 370 endamên partiyê hatine binçavkirin û 3 hezar û 647 jî hatine girtin. Di sala 2016'an de li 95 şaredariyên di bin rêveberiya DBP'ê de qeyûm hatin tayînkirin.
DOZA KOBANÊ
Di pêvajoyê de, di Îlona 2020’an de bi hinceta çalakiyên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de ên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê, gelek siyasetmedarên HDP'î û kurd hatin binçavkirin û girtin. Di encama doza 18 jê girtî li 108 kesan hatıbü vekırın, cezayên giran li siyasetmedaran hatin birîn.
Siyasetmedar Sebahat Tûncel a di encama operasyona ku bi navê "Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê" derbasî dîrokê bû hat girtin û di doza Kobanê de jî hat darizandin, "Plana Çokşikandinê" ket sala xwe ya 9'emîn nirxand.
PÊVAJOYA DIYALOGÊ
Tûncelê bi bîr xist ku pêvajoya diyalogê ya di sala 2013'an de hat destpêkirin, di vê serdemê de li Meclisê wekî "qanûna çareseriyê" 60 xal hatine çêkirin, li ser avakirina aştiya civakî bi Komîsyona Aqilmendan re gengeşe hatine kirin, Peymana Dolmabahçeyê û Meclisa Azadiya Jinê hatine avakirin. Tûncelê anî ziman ku piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoyê nêzî ji sedî 80'î bûye û got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an Tayyîp Erdogan ji nişka ve maseyê quliband û Tirkiye dîsa ket nava atmosfera şer."
AKP'Ê ÇIMA MASEYÊ QULIBAND?
Tûncelê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hawirdora demokratîk a di pêvajoya diyalogê de derketibû holê ji bo xwe xeternak ddîtiye û got: "Eger pêvajoya çareseriyê bi ser ketibûya, wê avakirina Komara Demokratîk pêk bihata û gelê kurd wê çarenûsa xwe diyar bikira. Gelên li Tirkiyeyê wê li ser esasê hemwelatîbûna wekhev û azad jiyaneke nû ava bikirana. Lê AKP’ê dixwest rejîma yekzilamî ava bike. Ew wiha difikirî ku ev pêvajo li dijî wê ye û ji ber vê maseyê quliband."
BI BELGEYÊN VEŞARÎ YÊN MGK'Ê STRATEJÎ GUHERÎ
Tûncelê diyar kir ku piştî qulibandina maseyê li Tirkiyeyê pêvajoyeke piraloz û pirkrîz rû daye û got ku bi belgeyên veşartî yên pêşkêşî MGK'ê kirin, stratejiya AKP'ê guherî. Tûncelê got: “Di van belgeyên veşartî de derket holê ku li dijî kurdan plana çokşikandinê hatiye kirin. Di plana çokşikandinê de gengeşeyên wekî mirina 10-15 hezar kurdan, girtina 10 hezar kurdan, sirgûnkirina nêzî 300 hezar kesî hebû. Yanî ji aliyekî ve desthilatê digot 'ez ê bi civaka Tirkiyeyê re aştiyê pêk bînim', li aliyê din jî plana xwe ya qirkirina kurdan di nava MGK'ê de ku baskê girîng ê mêtingeriyê ye, pêk dianî. Dewletê polîtîkaya xwe ya kevneşopî ya înkar, îmha û asîmîlasyonê nû dikir."
'STRATEJIYA 'KOBANÊ HA KET HA KET' RÛXIYA'
Tûncelê diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke ku azadî û demokrasî bi giranî ji holê tê rakirin re derbas dibe û got ku piştî hewldana derbeya neserketî ya sala 2016'an, Tayyîp Erdogan bi manewrayên siyasî darbeyeke siyasî pêk aniye. Tûncelê diyar kir ku Erdogan Tirkiyeyê ber bi krîza îro ve kişandiye û got: “Li Kobanê berxwedaneke mezin hat kirin. Gelê kurd li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke mezin nîşan da û DAIŞ'ê têk bir. Ev jî tê wateya ku dê stratejiya AKP'ê têk biçe. Ji ber ku wê demê AKP’ê bi awayekî eşkere bi komên cîhadîst ên wekî DAIŞ û El Qaîde re li dijî kurdan hevkarî kir. Gotina Tayyîp Erdogan a 'Kobanê ha ket ha ket' ne tenê gotineke jixweber bû. Lê gelê kurd û dostên kurdan li hemû cîhanê rabûn ser pêyan û Kobanê azad bû. Ev jî tê wateya têkçûna Tirkiyeyê."
‘DOZA TILHILDANÊ YA KOBANÊ'
Tûncelê ku got, "Doza komployê ya Kobanê mînaka berbiçav a bêhiqûqiya li hemberî kurdan a li Tirkiyeyê ye" destnîşan kir ku Tirkiye dixwest heyfa neserketina polîtîkaya xwe bi vê dozê bistîne û ev doz parçeyeke "Plana Çokşikandinê" bûye.
‘MESELEYA KURD WÊ BI DEMOKRASIYÊ ÇARESER BIBE'
Tûncelê da zanîn ku di binî hemû bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê de rejîma yekzilamî ya AKP'ê heye û got ku bêhiqûqiya li ser kurdan hatiye ferzkirin bi demê re bandor li beşên din ên civakî jî kiriye. Tûncelê got: “Li Tirkiyeyê pergala hiqûqî ya demokratîk tune ye. Mekanîzmaya heyî bi vê desthilatê ji holê rabû. Tirkiye veguheriye pergaleke mafyayê. AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu îradeyeke rast nîşan nedaye. Gelê kurd bi rastî berdêlên giran dan. Ez di wê baweriyê de me ku pirsgirêka kurd wê bi demokrasiyê çareser bibe. Ji ber vê yekê gava herî biçûk a ber bi vê yekê ve, çirûska herî biçûk a hêviyê bes e ku em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Lê ji bo me girîng e ku em bi rexnekirin û zanîna rastiyê piştgiriyê bikin."
STRATEJIYA LI DIJÎ KURDAN TÊ MEŞANDIN'
Tûncelê îşaret bi wê yekê kir ku "Plana Çokşikandinê" ya li dijî kurdan her çiqas bi ser neketibe jî hê jî di meriyetê de ye û got: "Plana têkbirin û tasfiyekirina siyaseta kurd hê jî di meriyetê de ye. Niha xwe mecbûr dibînin ku înîsiyatîf û gavên din biavêjin. Dixwazin Komarê bê kurd, jin û elewiyan ava bikin. Di warê siyasî de jî dixwazin rejîmeke tirk-sûnî-mêr û mîlîtarîst ava bikin. Kurdan li dijî krîza rejîmê ya ku li Tirkiye tê jiyîn, komara demokratîk pêşniyaz kir. Yên dewletê bi rê ve dibin jî dizanin ku rejîm di krîzê de ye. Ger rejîm dixwaze sedema bingehîn a krîzê bibîne, divê li bingeha Komarê binêre. Kurdan piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî bi tirkan re ji bo welatekî hevpar şer kirin û Mûstafa Kemal jî bi taybetî soza vê yekê dabû. Destûra Bingehîn a 1921'ê jî li ser van esasan hatiye avakirin. Lê di sala 1924'an de hemû sozên ku dabûn kurdan hatin jibîrkirin û ziman, nasname û çanda kurdan hat qedexekirin. Di sala 19252'an de, Plana Şerq Islahatê ket meriyetê. Piştre polîtîkayên asîmîlasyon û îmhayê hatin meşandin. Hemû pêvajoyên darbeyê li Tirkiyeyê pêk hatin. Siyaset pêş ket, lê stratejiya li dijî kurdan tu carî neguheriye û îro jî didome."
‘MESELEYA KURD ÇARESERIYÊ FERZ DIKE'
Tûncelê da zanîn ku pirsgirêka kurd di heyama niha ya li Tirkiyeyê de xwe di warê çareseriyê de ferz kiriye û bi bîr xist ku kurd bi salan e li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe didin. Tûncelê got: “Tirkiye çiqasî di polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê de israr bike, ewqas dikeve nava xitimandinê. Tirkiye ji aliyê stratejîk ve cihekî girîng e. Lê ev pozîsyona stratejîk niha ji tevgerê derketiye û di qada navneteweyî de tu îtîbara wê nemaye. Êdî li Rojhilat Navîn gotina wê pere nake. Ev hemû jî ji ber siyaseta şer û pevçûnê ya li dijî kurdan e. Ji krîza aborî ya li Tirkiyeyê heta krîza ekolojîk her tişt bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye."
‘EM JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞIN'
Tûncelê diyar kir ku di qonaxa niha de divê Tirkiye stratejiya xwe ya ji bo kurdan biguherîne û der barê gengeşeyên heyî yên di çarçoveya pirsgirêka kurd de ev tişt gotin: “Dema em li van hemû bûyeran dinêrin; serdana Devlet Bahçelî ya Koma DEM Partiyê û bûyerên û daxuyaniyên dawî girîng in. Lê di pêvajoya diyalogê ya berê de ji aliyekî ve 'Plana Çokşikandinê' jî di dewrê de bû. Divê ev rastî jî were dîtin. Her çiqas rejîmên faşîst ên otorîter her tim xwe bi derewan ava bikin jî aştî xwe ferz dike. Em jî ji bo aştiyê têdikoşin. Ger ji bo derfetên aştiyê hêviyeke piçûk hebe, em ê ji bo bixebitin. Ji ber vê yekê, pêdivî bi hin gavên berbiçav hene. Yanî ji bo em zanibin ev jidil in, pêdivî bi hin gavên şênber heye. Paqijkirina rê yek ji van gavên şênber e."
MA / Esra Solîn Dal