Abdullah Ocalan: Tekane rê komara demokratîk e

  • rojane
  • 10:21 29 Cotmeh 2024
  • |
img
RIHA - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di nirxandinên xwe de gelek caran balê dikişîne ser demokratîkkirina komarê, bi salan berê wiha dibêje: “Rêya komara demokratîk, tekane rêya aştiya civakî û çareserkirina pirsgirêkan e.” 
 
Komara Tirkiyeyê di 29’ê cotmeha 1923’yan de li ser xerabeyên Împaratoriya Osmanî hate avakirin û 101 sal li pey xwe hişt. Komar, bi hevkariya gelên Mezopotamya û Anatoliyayê hate avakirin lê bi demê re veguherî rejîmeke yekperest û tirkperest. Bi damezirandinê re di bin navê “yekperestiyê” de hemû gel tune hatin hesibandin û yek ji gelê herî zêde rastî êrişên wê hatî jî gelê kurd bû. 
 
Bi Plana Islehkirina Şerqê ya sala 1925’an re ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin weke “Komploya tirkên spî” pênase dike, her tiştên bi navên kurd, Kurdistan û kurdatiyê yekcarê bi “rêbazên hovane” hatin qedexekirin û xwestin ji dîrokê jêbibin. Rastiya gelê kurd a dihat xwestin ji dîrokê bibin û binax bikin, bi teza Abdullah Ocalan a “Komara Demokratîk” re careke din zindî bû. Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê bi tezên “Neteweya Demokratîk”, “Welatê demokratîk”, “Destûra bingehîn a demokratîk” û “Komara demokratîk” re hemwelatiyê kurd ê azad nirxand û got ku rêya çareseriyê, demokratîkbûn nîşan da. 
 
Abdullah Ocalan bi pirtûkên xwe yên “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Di Dorpêça Qirkirinê de Parastina Kurdan” û “Parastina Gelekî” û hevdîtinên li Îmraliyê de kodên damezirîner ên komarê, krîzên bi xwe re aniye û têkildarî demokratîkbûnê tespît û pêşniyarên girîng kir. 
 
‘DÎKTATORIYA OLÎGARŞÎK HATE AVAKIRIN’
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku Komara piştî sala 1923’yan hatiye damezirandin ji hêla hêzên hegemonîk ve hatiye xespkirin. Abdullah Ocalan bi domdarî dibêje; îktîdara ku bi îdeolojiya neteweperestiya tirk a çêker re li ser bingeha “Tirkîtiya Spî” komeke tirkperest a çêker ava kir û şirîkên Şerê Rizgariya Neteweyî anku sosyalîst, ummetperestên îslamî û hêzên neteweyî yên kurd bi rêbazên komployê tesfiye kiriye. Abdullah Ocalan anî ziman ku ji wê demê heta roja me “dîktatoriyeke olîgarşîk” a bênavber hatiye avakirin. 
 
‘FAŞÎZMA KESK A TIRK’
 
Di nirxandinên xwe de Abdullah Ocalan detnîşan kir ku bi îktîdarbûna AKP’ê re di nava dewletê de serdemeke nû ya hegemonyayê dest pê kiriye û bi vê yekê re, li şûna “Hegemonyaya Tirkên Spî” ya 80 salan îcar “Faşîzma Kesk a Tirk” cih girtiye. Di berdewamê de diyar kir ku li şûna “Faşîzma Spî ya Tirk” a navenda wê Enqere, hêdî hêdî “Faşîzma Kesk a Tirk” a navenda wê Konya-Kayserî cih girtiye. Abdullah Ocalan got ku ev faşîzma nû roj bi roj dibe hêza hegemon a nû û hegemonyaya nû ya di sala 100’emîn de ji wê demê ve hatiye plankirin. 
 
‘TAYBETIYA FAŞÎST HER TIM HATE PARASTIN’
 
Di nirxandinên xwe de Abdullah Ocalan ji bo nirxandinên weke “Komara duyemîn” û “Komara Îslamî ya nerm” ên bi îktîdarbûna AKP’ê re tên kirin hişyariya “ji bo van nirxandinan hêj zû ye” dike. Abdullah Ocalan, wiha dibêje: “Tevî ku karektera wê ya esasî hatiye vegotin û di Destûra Bingehîn de cih girtiye jî, rejîmê tu carî nekarî veguhere dewleteke demokratîk, laîk, civakî û hiqûqî. Ji roja hatiye avakirin heta niha karektera xwe ya olîgarşîk û faşîst her tim parastiye. Rejîma komarê di wateya klasîk de her tim tenê weke nav ma ye. Bi taybet jî nekariye veguhere Komara Demokratîk. Mîna li dijî hegemonyaya CHP’ê, em ê her tim bi rojeva komara demokratîk û têkoşîna destûra bingehîn re li dijî hegemonyaya AKP’ê jî bisekinin.  Lewma jî mirov dikare tişên niha di vê serdemê de diqewimin weke serdema dîktaya olîgarşîk û têkoşîna komara demokratîk a li dijî wê tê meşandin binav bike. Her çend bi israr û bi berevajîkirinên medyatîk ên pir bi zanebûn weke alternatîfa 80 salî ya ‘faşîzma spî ya tirk’ were pêşkeşkirin jî, di esasê xwe de mîna wê ye û tenê bi rengekî cuda didomîne. ‘Rejîma faşîst a tirkên spî’ ku hem li hundir hem jî li derve piraniya piştgiriya jê re dihat kirin winda kiriye, hem ji ber alîkariya veşarî hem jî weke encameke jihevketinê, rê li ber ‘rejîma faşîst a kesk’ a AKP’ê hate vekirin.” 
 
‘KOMARA DEMOKRATÎK DEWLEMENDÎ YE’ 
 
Abdullah Ocalan, dibêje ku “îslamîst” an jî “tirkên kesk” her çi nav lê were kirin jî, armanca hêza hegemon a nû ew e ku di sala 100’emîn a komarê de hegemonyayê temam bike. Abdullah Ocalan, got ku hêza hegemon di qirkirina kurdan de roleke mezin lîstiye. Abdullah Ocalan, “Komara Demokratîk” weke cudahiya çandan û dewlemendiyê pênase dike û dibêje: “Israra di şer de tenê dikare bibe hemleya dawî ya Gladioyê. Ji bo berterafkirina vê, tenê ji odeya kozmîk were derxistin û deynin ber ronahiyê bes e. Li pêşiya komarê xaçerêyek heye û rêya duyemîn a xuya dike ev e; yekitiya demokratîk a di serdema Şerê Rizgariya Neteweyî de hatibû avakirin divê dîsa bibe bingeha komarê. Ya ku komar kiriye komar, tifaqa şer a demokratîk a neteweyî ya di salên 1919-1922’yan de ye. Redkirina vê tifaqê ku aliyê wê yê dij-hegemonîk heye, tê wateya windakirina şensê komara demokratîk û li şûna wê jî jî avakirina îktîdarên komploger, darbeyên proto-faşîst û Gladioparêz û çeteyan. Ev rê gelek caran hate ceribandin lê her carê têk çû. Xuyaye ku ev rê nikare bibe rêya komarê. Rêya komara demokratîk ku diviyabû hêj ji destpêkê ve bihata ceribandin, tekane rêya aştiya civakî û çareseriya pirsgirêkan e.” 
 
‘ŞERÊ MIN JI BO KOMARA DEMOKRATÎK E’
 
Abdullah Ocalan, di 23’yê sibata 2013’an de bi Şandeya Îmraliyê re têkildarî “Rizgariya Demokratîk û Pêvajoya Jiyana Azad” de axivî û got ku ji roja destpêkiê ve komara demokratîk diparêze. Di hevdîtina sibata 2015’an de jî bi van gotinan israra xwe didomîne: “Şerê min ji bo welatê demokratîk, neteweya demokratîk û komara demokratîk e.”
 
MA / Emrûllah Acar