AMED - Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş kedkarê çapemeniya kurd Kadrî Kaya bibîr anî û got: “Wî ji bo dengê Kurdistanê rojnamevanan digihand. Em ê jî xwedî li xeyala wî derkevin.”
Bi ser wefata Kadrî Kaya (Mamoste) ku bi salan ked da çapemeniya kurd re 6 sal derbas bû. Ew di 29’ê cotmeha 2018’an de li Fakûleteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê dema tedawiya penceşêrê lê dihat kirin, wefat kir. Kaya sala 1958’an li gundê Dêrslavê ya ser bi navçeya Stewra Mêrdînê ve ji dayik bûye. Demekî dirêj di saziyên perwerdeyê yên dewletê de weke karmend xebitî ye. Piştî teqawîdiyê, bû Nûnerê Amedê ya rojnameya Ozgur Bakişê ku di 18’ê nîsana 1999’an de dest bi weşanê kir. Piştî ku rojname ji ber zextan dewletê hate girtin, di rojnameya Yenî Gundemê de heman peywira xwe domand ku di 27’ê gulana 2000’î de dest bi weşanê kir. Rojname, di 31’ê adara 2001’an de bi biryara rêveberiyê hate girtin û mamoste Kadrî heta demekî di rojnameya Yedîncî Gundemê de xebitî ku weşana heftane dikir.
Di 4’ê nîsana 2002’yan de jî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi dirûşma “Ji rastiyan tawîz nayê dayîn” dest bi weşana xwe kir û Kaya di avakirina ajansê de cih girt.
DI 29’Ê NÎSANA 2011’AN DE HATE GIRTIN
DÎHA, di 29’ê cotmeha 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Kaya 14 sala nûnertiya DÎHA’yê kir. Kaya di 19’ê nîsana 2011’an di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û girtin. 7 mehan girtî ma û piştî hat berdan dîsa xebatên xwe domand. Li gel peywira nûnertiyê, her wiha berpirsyarê yekîneya îdarî ya ajansê û xebatkarê wê bû. Di nava vê demê de hem nûnertî, hem muhasabekarî, hem teknîsyer hem çavkaniya nûçeyê hem jî merciya çareseriyê bû. Lewma di nava çapemeniya kurd de weke “Mamoste” hat pênasekirin.
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş ku salên dirêj bi Kadrî Kaya re xebitî, qala têkoşîna wî kir.
‘BI PRATÎKA XWE RÊ NÎŞAN DIDA’
Ertaş bi bîr xist ku wî di sala 2004’an de mamoste Kadrî nas kiriye û wiha got: “Bi her kesî re têkilî datanî û diyalogê li pêş dixist. Ji ber vê yekê mirovekî xwîna li mirov dikeliya, meriv zû wî nas dikir. Kesayetek wî ya pir civakî hebû. Dilgerm bû û her kesî dikişand cem xwe. Hem bi jiyana xwe hem jî bi pratîka xwe û hem jî bi xwedîderketina nirxên xwe bû mamosteyê hevalên xwe û civakê. Bi pratîka xwe m mamostetiyê kir. Gotin û jiyana wî yek bû. Dilsozê heval û doza xwe bû. Nirxên hevaltiyê baş dizanibû. Tu carî nedixwest ku hevalên wî bikevin kêmasiyê. Dixwest rojnamevanên baş, serkeftî, pêşeng û çalakger bigihîne. Her tim qala tecrûbeyên xwe ji me re dikir û mirovek şîrektar bû. Mamostetiya wî ji wir tê. Bi azmûn û pratîka xwe rê nîşanî me dida.”
‘NIRXÊ HER TIŞTÎ DIZANIBÛ’
Ertaş anî ziman ku mamoste Kadrî kedkarê çapemeniya kurd bû û bi kesayeta xwe ya berhemdar dihat nasîn û got: “Qedr û qîmetê kedê dizanibû. Dizanibû ku ew kelûpelan bi ked û bedelên giran distînin. Mamoste Kadrî nirxên şehîdan dizanibû lewma nirx dida her tiştî. Ji bo amûrên kar, wênekêş, kamera, computer, her tim di nava lêgerînê de bû. Hosteyek baş ê tamîra kelûpelan bû. Her tim armanca wî ew bû ku rojnamevanên li pey şopa heqîqetê li pêş bixe bû. Her daîm ji bo rojnamevan3en bibin dengê Kurdistanê digihandê. Em ê jî xwedî li xeyal û pênûsa wî derkevin.”