Temîzer vegot: Serî li ber zilm û neheqiyê netewand

  • rojane
  • 10:42 29 Cotmeh 2024
  • |
WAN - Serhat Temîzer di roja derheqê wî de biryara tehliyeyê hatiye dayin li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Dayika Temîzer, Kiymet Temîzer wiha got: “Tevî hemû polîtîkayên zext û zilmê jî tu caran ji têkoşîna xwe paşvegav neavêt.”  
 
Serhat Temîzer ê 22 salî di 7’ê mijdara sala 2017’an de li Colemêrgê hate girtin û di 7’ê mijdara 2019’an de hate berdan. Di 6’ê adara 2021’ê de jî bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” dîsa hate girtin. Di 18’ê cotmeha îsal de jî biryara danişînê ya Temîzer hate lidarxistin. Nexweşê epîlepsiyê Temîzer, ji bo danişînê ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê anîn Colemêrgê. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê di çarçoveya “zarokê arasteyî sûc hatiye kirin” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 sal û 3 meh cezayê hefsê da Temîzer. Derheqê Temîzer de bi sedema “dema dirêj a girtîmayinê” biryara tehliyeyê hate dayin. Temîzer ê piştî biryara tehliyeyê birin Girtîgeha Tîpa F a Wanê, di 19’ê cotmehê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku rewşa Temîzer nebaş bûye û piştre jî jiyana xwe ji dest daye. Malbat û parêzerên Temîzer, piştî bûyerê gotin ku Temîzer ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest daye. 
 
TÊKOŞÎNA WÎ
 
Temîzer, di 25’ê sibata sala 2002’yan de di nava malbateke welatparêz de li Wanê ji dayik bû. Zarokê 4’emîn ê malbatê bû. Hêj heft salî bû ku tevî malbata xwe çû barkirin Colemêrgê. Dibistanên seretayî û navîn li vir xwend û mîna zarokên din, wî jî para xwe ji zexta polîs û leşkeran girt. Kekê Temîzer, tev li refên PKK’ê bû û piştî vê, zextên li ser malbatê zêde bûn. Gelek caran bi ser mala wan de hate girtin. Temîzer, demekê di nava xebatên ciwanan de cih girt. Temîzer, hêj 15 salî bû ku hate girtin. 
 
Dayika Temîzer, Kiymet Temîzer da zanîn ku 8 zarokên xwe di nava xizanî û bêderfetiyan de mezin kiriye. Temîzer, got ku piştî kurê wê dibistana navîn xelas kirî, di sala 2017’an de hate binçavkirin û girtin. Dayik Temîzer, wiha domand: “Tevî ewqas zext û zilmê jî kurê min ji têkoşîna xwe paşvegav neavêt. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî xwedî li ziman û çanda xwe derket. Ez gelek ser kurê xwe disekinîm.” Dayik Temîzer, bîranîneke bi kurê xwe re jî wiha vegot: “Kurê min her tim ji min re digot; ‘Dayê, neheqiyek li me tê kirin. Em nikarin li dijî vê zilmê bêdeng bisekinin û divê bêdeng nebin. Hemû hevalên min, rêhevalên min û ciwanên kurd her roj tên îşkencekirin. Bi vê bêdengiyê em nikarin xwe bigihînin cihekî. Divê em ziman, çand û têkoşîna xwe azad bikin.’ Dema ev gotin dikir hêj 12 salî bû. Min jî her tim jê re digot tu hêj biçûkî û xwe tevî karên mezinan neke. Lê ew di doza xwe de biisrar bû.” 
 
‘JI XAKA XWE HEZ DIKIR’
 
Dayik Temîzer anî ziman ku her kesên li derdora kurê wê Serhat jê pir bawer bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemberî hemû kesên li derdora wî pir keyfxweş bû. Her kesî jê hez dikir. Roja jiyana xwe ji dest dayî heta niha gelek hezkiriyên wî li me geriyan û hatin şînê. Ji vê eleqeyê diyar dibe bê ka çiqas jê dihat hezkirin. Xwedî seknekî xurt bû. Ji kesekî neditirsiya û xwe ji kesekî nedida paş. Tu caran serî li ber zilm û neheqiyê neditewand. Neheqî li kê bihata kirin qebûl nedikir. Kesayetekî aştîxwaz bû. Herî zêde ji welatê xwe û xaka lê dijiya hez dikir. Tevî wî temenê xwe yê biçûk jî nesîhet li me dikir û dixwest em bi têkoşînê re dilsoz bin.” 
 
Dayik Temîzer, wiha domand: “Diviyabû kesekê tehliye dibe bi sax û silametî teslîmî malbata wî bê kirin. Lê birin girtîgehê û xistin hucreya yekkesî. Diviyabû heta karûbarên girtîgehê diqediyan li mêvanxaneyê bihata ragirtin. Lê mixabin em hêj jî nizanin ka kurê min çawa miriye yan jî hatiye kuştin em nizanin. Bijîşkê li nexweşxaneyê dibêje; ‘mirî anîn vê derê.’ Girtîgeh jî dibêje; ‘Di rê de aloz bû û me bire nexweşxaneyê.’ Em hêj jî sedema wê nizanin. Wan canê me gelek êşand. Weke malbata wî em jî dê vê êşê bi xwedîderketina li doz û têkoşîna wî aş bikin.” 
 
‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN TÊKOŞÎNA WÎ’
 
Dayik Temîzer, bi lêv kir ku kurê wê di rêyeke birûmet de jiyana xwe ji dest daye lewma bi kurê xwe serbilind e. Temîzer, wiha pê de çû: “Em bi têkoşîna Serhat serbilind in. Hezar caran şukir ku ne di rêyeke rûreş ên weke tiryak û fihûşê de jiyana xwe ji dest da. Kurê min biribûn Erziromê û ji ber şert û mercên nebaş ên madî, nêzî salek berê min dîtibû. Her hefteyê di roja çarşemê de em li ser telefonê diaxivîn. Dema roja tehliye bûyî mirûzê wî pir xweş bû.”
 
Temîzer, bi lêv kir ku kurê wê beriya were girtin her tim li tembûr û gîtarê dixist û axaftina xwe wiha qedand: “Hunermendên weke Hozan Serhed û Seyda Perînçek ji xwe re mînak digirt. Xemgîniya xwe ya ji bo azadiyê bi tembûra xwe vedigot. Hêj zarok bû û bêyî ku hêvî û xeyalên wî pêk bên jiyana xwe ji dest da. Hêj zarok bû ku îşkence lê hate kirin. Lê tevî vê jî serî netewand. Ez ê bibim şopdarê doza kurê xwe. Heta ku rastî derdikevin holê jî ez ê dev ji vî karî bernedim.”
 
MA / Mazlum Engîndenîz