Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz da

  • rojane
  • 12:29 29 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Baroya Stenbolê bertek nîşanî girtina endamê OHD’ê parêzer Bedirhan Sarsilmaz da û got: “Em ê bêdudilî û bêyî hincet parastinê biparêzin.” 
 
Baroya Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî girtina endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê parêzer Bedirhan Sarsilmaz da. Daxuyanî li ser hesaba medyaya dijîtal a baroyê hate weşandin û hate gotin ku girtina Sarsilmaz derhiqûqî ye û ew ê li dijî êrişên ser mafê parastinê têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin. 
 
‘EM Ê PARASTINÊ BÊDUDILÎ BIPARÊZIN’ 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Endamê Baroya me parêzer Bedirhan Sarsilmaz dema di danişînê de hate binçavkirin û bêyî meqamên dozgeriyê parastina wî bigirin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Hevdîtinên endamê baroyê hempîşeyê me bi miwekîlê xwe re kirî û kesên parêzertiya wan kirî re, xebatên pîşeyî weke hêmayên sûc hatine nîşandan û ev yek mudaxileyeke yekser a li dijî mafê parastinê û pîşeya parêzertiyê ye. Bêyî ku sedemên girtinê û gumana sûc a xurt hebe, bi sûcdariyê ji bingeha hiqûqê dûr hempîşeyê me hatiye girtin. Ev biryar, mudaxileyeke giran a li dijî meqama parastinê ye. Tevdîra girtinê weke êrişekê li dijî parastinê hatiye bikaranîn û girtina hempîşeyê me nayê qebûlkirin. Di her qonaxa lêpirsînê de em li cem hempîşeyê xwe bûn û dê ji vir û şûnde jî biparêzin. Bêyî dudilî û bêyî hincet em ê biparêzin. Em ê derheqê kesên bi awayekî eşkere rêgezên sereke yên hiqûqê, mafê darizandina adilane û Destûra Bingehîn binpêkirin de serlêdanên hiqûqî bikin. Li dijî hemû cureyên êrişên li ser mafê parastinê, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û careke din dibêjin ku dê tu hempîşeyên xwe bi tenê nehêlin.”