STENBOL - Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de herî kêm 14 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Stenbolê vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ji CHP’ê hat bijartin jî hat binçavkirin. Her wiha endama Koma Hevra stranbêj Zeynep Dogan jî hat binçavkirin. Hat zanîn ku Şaredar Prof. Dr. Ahmet Ozer û stranbêj Zeynep Dogan jî di nav de herî kêm 14 kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku ev 14 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatine binçavkirin.
Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li navçeya Fatîhê.
Li aliyê din hat diyarkirin ku lêgerîna li avahiya Şaredariya Esenyûrtê jî berdewam dike.