Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e

  • rojane
  • 09:18 30 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku “mafê hêviyê” bi guhertina qanûnî pêkan e û got: “Divê ku ‘mafê hêviyê’ nebe mijara bazariyê.” 
 
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî “mafê hêviyê” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê bûye mijara sereke nirxand. 
 
‘BANDORÊ WÊ LI SER GELEK GIRTIYAN BIKE’ 
 
Yolerî diyar kir ku piştî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Abdullah Ocalan de sala 2014’an de biryara “mafê hêviyê” da ev yek ketiye rojeva welat jî û got ku “mafê hêviyê” li gel Abdullah Ocalan bandorê li ser gelek girtiyên cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn dike. Yolerî da zanîn ku di rojên dawî de qebûlkirina tecrîdê û gengeşiya li ser “mafê hêviyê” ya ji aliyê desthilatdariyê ve geşedanek erênî dibînin û got: “Em gengeşekirina tecrîdê û cihgirtina wê di rojevê de girîng dibînin.” 
 
'DIVÊ QANÛN WERE GUHERTIN’ 
 
Yolerî destnîşan kir ku pêwîste qanûna têkildarî girtiyên ku cezayên girankirî yê muebedê li wan hatiye birîn were guhertin û got: “Mafê hêviyê ji bo her kesî derbas dibe. Li Tirkiyeyê cezayê mubeda girankirî li nêzî 4 hezar kesî hatiye birîn, mafê hêviyê ji bo wan jî divê bikeve dewrê û bandorê li ser wan bike. Jidestgirtina ‘mafê hêviyê’ binpêkirinek maf e. Ji bo mafê hêviyê were bicihanîn pêwîstî bi guhertina qanûnî heye û bi vê guhertinê pêkan e. Heke guhertina qanûnî bê kirin jî bi awayek xwezayî hemû kesên di vê çarçoveyê de ceza wergirtine, dê sûdê ji vî mafî werbigire. Ji bo mafê hêviyê were bicihanîn pêwîste hem di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re û hem jî Qanûna Înfaza Ceza de guhertin bê kirin.” 
 
'NABE KU BIBE MIJARA BAZARIYÊ’ 
 
Yolerî anî ziman ku mafên bingehîn ên mirovan ên wekî "mafê hêviyê" di bin tu şert û mercan de nabe ku bibe mijara bazariyê û got: "Li vir em behsa mafê jiyana azad û bi rûmet dikin. Divê ev mafên mirovî bi muameleya xerab re rû bi rû nemîne. Yanî em bi eşkere û girîngî destnîşan dikin ku divê ev mafên bingehîn nebin mijara bazariyê. Mehrûmkirina ji mafê hêviyê tê wateya bêparkirina ji mafên herî bingehîn ên mirovî.”
 
MA / Esra Solîn Dal