ÎDIR - Cenazeyê girtiyê bi navê Adnan Karayîgît ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û malbat ber bi Edeneyê ve bi rê ket.
Girtiyê edlî yê bi navê Adnan Karayîgît li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Karayîgît cenazeyê kurê xwe wergirtin û ber bi Edeneyê ve bi rê ket.
RAPORA OTOPSIYÊ
Piştî ku malbatê cenazeyê kurê xwe yê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Nevrûz Erez a Îdirê teşhîs kir otopsi hate kirin. Di otopsiya hate kirin de hate diyarkirin ku di mîdeyê Karayîgît de parçeyekî cilêdê û kêreke biçûk derketiye. Di raporê de hate diyarkirin ku li stûyê Karayîgît şopa daliqandinê heye. Di raporê de hate ragihandin ku têkildarî bûyerê li qawişa girtîgehê lêkolîn hatiye kirin, dîmenên kamerayê hatine lêkolînkirin, kesî xwe bi ben daliqandiye û dawî li jiyana xwe anî ye. Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Îdirê jî tev li karûbarên otopsiyê bû.
Cenazeyê Karayîgît dê li Edeneyê bê veşartin.