Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya hat girtin

  • rojane
  • 20:59 30 Cotmeh 2024
  • |
img
MÊRDÎN- Hevşardara Dêrikê ya berê Sabhat Çetînkaya, piştî ku cezayê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, li ocaxa tenduristiyê ku ji bo dermankirinê çûbû hat binçavkirin û girtin.
 
Hevşaredara Dêrik a Mêrdînê ya berê Sabahat Çetînkaya di 2016’an de qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin. Çetînkaya ku hat tahliyekirin, piştî cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin cardin hat girtin. Çetinkaya ku li Dêrikê piştî nîvro ji bo nexweşiya xwe ya dil û demarên lingan çûbû ocaxa tenduristiyê, li wir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 
 
Çetinkaya ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew birin girtîgehê.