NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nîqaşên koalîsyonê ku hatine destpêkirin dewam dikin û anî ziman ku li gorî encamên fermî ti partî bi tena serê xwe nikare bibe hikûmet û got: "Niha alternatîfa ku xuya dike koalîsyona bi YNK'ê re ye."
Encamên fermî yên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku di 20'ê Cotmehê de hatin lidarxistin eşkere bûn. Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdarbûna hilbijartinên li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê ji sedî 72,6 e. Li gorî encamên fermî yên hilbijartinê, di parlementoyê de PDK 39, YNK 23, Nifşê Nû 15, Yekitiya Îslamî 7, Komel 3, Helwest 4, Eniya Gel 2, Hevpeymanî û Goran her yek kursiyek bidest xistin. Li gorî van encaman ti partiyek nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Nîqaşên li ser partiyên ku di koalîsyona avakirina hikûmeteke nû de cih bigirin berdewam dikin.
Rojnamevan Azîz Koyluoglû, encamên hilbijartinê û avakirina hikûmeteke nû û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
'GELEK PARTIYAN ÎTÎRAZ KIRIN'
Koyluoglû diyar kir ku piştî hilbijartinan jî tu guhertinek ku krîzên li herêmê çareser bike çênebûye û got: "Di hilbijartina ku hatiye lidarxistin da gelek guman çêbûne. Di van hilbijartinan da cara ewil ji sedî 72'ê gel beşdarî hilbijartinê bûn. Lê kesên ku çavdêriya hilbijartinê kirin jî di wê baweriyê da ne ku evqas kes beşdarî hilbijartinê nebûne. Ev jî bi xwe re gumanan tîne. Tevgera Nifşê Nû ku di hilbijartinan de bû partiya sêyemîn. Wê jî ragihand ku ew ê di koalisyona ku bê avakirin de cih negirin. Ji ber gumanên ku çêbûne gelek partiyan jî îtîraz kirin. Her wiha hinek partiyan jî ji ber vê yekê hilbijartinê parlamento boykot kirin û gotin 'em beşdarî parlamentoyê nabin'. PDK li Hewlêr û Duhokê dengên xwe zêde kirin. Bi taybetî jî li Duhokê 4 hezar deng zêde kirine. Ev yek jî dibe sedema gumanan. PDK, YNK û Tevgera Nifşê Nû bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ji encamên hilbijartinan razî ne."
'YNK'Ê DI PARLEMENTOYÊ DE BIHÊZ BÛ'
Koyluoglu anî ziman ku ji bo herêmeke bi aram YNK dixwaze di koalîsyona ku bê avakirin de cih bigrê û wiha got: "YNK'ê dixwaze li herêmê aramî pêk were û li ser vê yekê siyasetê dimeşîne. Xuya ye ku YNK dixwaze di koalîsyona ku were avakirin de cih bigire. Ji bo koalîsyonê bazariyeke çawa were kirin nayê zanîn. Lê YNK heta niha gelek caran rexneyên bi tund li hikumeta Mesrûr Barzanî dikir û naxwaze hikumetek bi serokwezîriya Mesrûr Barzanî bê avakirin. YNK di van hilbijartinan de di parlamentoyê de xwe bi hêztir kir. Ji ber wê jî ji bo koalîsyonê destê YNK bi hêz e. Xuyayê YNK wê di hikumetê de cih bige. Lê piştî ku di hikumetê de cih girt wê çi bikin, ew girîng e."
'ALTERNATÎFA MEZIN YA KOALÎSYONÊ YNK YE'
Koyluoglû da zanîn ku PDK dixwaze ji bilî YNK’ê bi partiyên din re koalîsyonê pêk bîne, lê partiyên din nakevin nava koalîsyonê û wiha domand: "PDK jî ji bilî YNK’ê bi partiyên din re dixwaze koalîsyonê bike. Lê heke ku mirov li gorî şert û mercên herême binirxîne ji bilî YNK'ê bi partiyeke din re koalisyon pêk were krîzên mezin wê li herêmê derbikevin. Bi baweriya min îxtimaleke mezin heye ku YNK, serokwezîriya herêmê bidest bixe. Heke serokwezîriyê nikare bigire jî dibe ku di nava hikûmetê de peywîrên din bigre. Tevgera Nifşa Nû daxûyanî da ku ew ê di nava koalîsyonê de cih negire. Her wiha çend partiyan jî parlamento boykot kirin. Ji ber wê niha alternatîfa herî mezin a koalîsyonê YNK'ê xuya dike."
'JI BO AVAKIRINA HIKÛMETÊ ZEXTAN DIKIN'
Koyluoglû diyar kir ku encamên hilbijartinê ne li gorî daxwaza gel bûn û got ku rêjeya beşdariya hilbijartinê ji hejmara ku hatiye eşkerekirin kêmtir e. Koyluoglû bal kişand ser wê yekê ku dewletên Amerîka û Ewropayê ji bo koalîsyonê zextê li partiyan dikin û wiha pêde çû: "Li gorî min rêjeya beşdarbûna hilbijartinan ne rast e. Ji ber ku gelek çavkaniyên ku hilbijartinan ji nêz ve dişopînin dibêjin ku 'beşdarbûna herî zedê ji sedî 50'ê ye'. Encamên hilbijartinê ne li gorî bendewariyên gel bû. Gel guherînek dixwest. Siyaseta herêmê hêzên navxweyî û cihanî diyar dikin. Wan bandor li hilbijartinê jî kirin. Jixwe piştî hilbijartinê Amerîka û dewletên Ewropayî zextê li PDK'ê û YNK'ê dikin ku hikûmetek ava bikin. Lê wisa dixuyê ku bazar û nîqaşên koalîsyonê wê heta demek dirêj berdewam bikin."
'YNK'ê BI BEXDAYÊ RE HEVDÎTIN KIR'
Rojnamevan Azîz Koyluoglû bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û got ku encamên hilbijartinê dê bandorê li ser êrişên Tirkiyeyê neke û wiha axivî: "Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didomin. Tirkiye bi van êrişan re dixwaze kurdan li herêmê bê îrade bihêle. Bi belavkirina tirsa di nav gel de dixwaze dagirkeriya xwe zêdetir bike. Di warê çand, aborî û siyasî de herêm dagir kiriyeç Niha jî dixwazê bi awayekî fîzîkî jî dagirkeriya xwe zêde bike. Ji bo bidawîkirina van êrişan jî YNK'ê bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin kir. Lê belê Iraqê bi peymana ewlehiyê ya ku îmze kiribû destûr da êrişên Tirkiyeyê. Gelek partiyên herêmê bertek nîşanî van êrişan dan. PDK hem ji aliyê îstîxbaratî û hem jî ji aliyê lojîstîk ve piştgiriyê dide êrişên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê divê em hêvî nekin ku encamên hilbijartinê bandorê li van êrişan bike û li dijî êrişan siyaset were pêşxistin."
MA / Mahmut Altintaş