Ozel ji bo Esenyûrtê bang kir: Darbe li îradeya gel hate kirin

  • rojane
  • 15:14 31 Cotmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ê ji bo tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyûrtê şermezar bike hate navçeyê bi gotina “Darbe li îradeya gel hate kirin” bang li gel kir ku tev li çalakiya bê lidarxistin bibe. 
 
Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ê bi lihevhatina bajêr hatibû hilbijartin, hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel beriya civîna MYK’ê ya têkildarî girtina Ozer û tayînkirina qeyûm were lidarxistin daxuyanî da. 
 
Ozel ê girtina Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî weke darbeyê penase kir, wiha got: “Hûn dizanin duh îradeya Esenyûrtê, şaredarê me yê ji her du kesan yekê deng dayê hate girtin û bi tayînkirina qeyûm a li şûna wî darbe hate kirin. Me ji bo ku vê yekê protesto bikin hemû bernameyên xwe betalkirin û em li Esenyûrtê ne. MYK ya me kom bûye, qasekî din ez ê serokatiya wê civînê bikim. Me saet di 16.00’an de ji bo ber şaredariyê bangek kiribû. Kesên ku Şaredariya Esenyûrtê desteser kirin, difikirîn ku bi danîna bariyerên polîsan dê wê qadê teng bikin îradeya me bi paş ve bibin. Cihê ku em da saet di 16.00’an de lê kom bibin weke Qada Komarê ya Esenyûrtê hate guhertin. Em saet di 16.00’an de li benda hemû eseyûrtiyan e. Em ê li dijî vê lîstika qirêj îradeya gel biparêzin.”