Berteka li dijî qeyûm: Berdewama polîtîkaya neçareseriyê

  • rojane
  • 11:21 1 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ku bertek nîşanî girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a şûna wî dan wiha gotin: “Di pergaleke ku tecrîd neyê rakirin de dê rewşên wiha her tim derkevin holê.” 

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şûna wî kir. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiya siyasî yên li Amedê bertek nîşanî vê rewşê dan û destnîşan kirin ku divê li dijî van polîtîkayan têkoşîneke hevpar were meşandin.  
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) yê Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz bal kişand ser nîqaşên dawî yên li ser pirsgirêka kurd û pirsa “Di vê pêvajoyê de çima darbe li demokrasiyê dan?” kir. Korkmaz, destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û wiha got: “Divê di vê pêvajoyê de tiştên wiha neyên kirin. Ji ber ku civak çend sal in li benda vê pêvajoyê ye. Çi dibe bila bibe, dema mesele dibe çareseriya pirsgirêka kurd baweriya me bi dewletê nîne. Em nikarin bi vî awayî qala çareseriyê bikin. Li ku destkeftiyeke kurdan hebe darbeyê lê didin. Ev jî dîsa bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re eleqedar e. Naxwazin kurd bibin xwedî maf.”
 
Korkmaz bi lêv kir ku ew li dijî vê yekê îtîraz dikin û bal kişand ku divê têkoşînê hê zêdetir xurt bikin. 
Seroka Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û Mala Cemê Ayfer Artan a qeyûm weke “xespa îradeyê” penase kir, destnîşan kir ku biryar biryareke siyasî ye. Artan, anî ziman ku bi qeyûm dixwazin rojevê biguherînin û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêkên debarê, aboriyê, tenduristiyê yên gel veşêrin rojevê diguherînin. Tişta hatiye kirin ne rast e. Kîjan şaredarî bibe bila bibe ev yek bi temamî xespa vîna gel e. Em vê qebûl nakin.”
 
‘HEKE JI BO KURDAN BERTEKEKE XURT HATIBÛYA DAYÎN…’ 
 
Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Şerefxan Aydin jî wiha got: “Kurd 8 sal in bi vê pergalê re rûbirû ne. Lê niha di kesayeta kurdan de ev gav ji bo CHP’ê jî hate avêtin. Ya rast diyar bû ku ev dê wiha çêbibe. Kurd her tim digotin ‘îro dora me be, sibê dora we ye’. Lê heta niha ji aliyê CHP’ê ve bertekeke xurt nehate dayîn. Ji ber vê yekê ev encam derket holê. Heke beriya niha ji aliyê mûxalefetê ve ji bo kurdan bertekeke xurt hatibûya dayîn, ez bawer im ku gaveke wiha nedihate avêtin. Ji ber vê yekê ji bo êdî ev neqewimin divê muxalefet bertekeke xurt bide. Ji bo ku şaredar kurd e gaveke wiha hate avêtin. Pirsên ji wî hatin pirsîn wiha ne ‘Te bi kurdî konser daye, te hunermenda kurd anî ye, sersaxî ji kurdan re xwestiye, pirtûkên kurdî bi te re bûne’. Dema tu lê dinêrî bingehê qeyûm li dijî têkoşîna kurd e. 40 sal in ev têkoşîn tê meşandin. Em li her qadê vê vê bandorê dibînin. Li dijî vê gav tên avêtin. Ji bo ku ev pêvajo wiha berdewam neke divê herkes ligel kurdan bertekeke xurt bide.”
 
‘HETA KU TECRÎD BIDOME DÊ EV REWŞ PÊK WERIN’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî diyar kir ku dema behsa polîtîkayên qeyûm dikirin her tim digotin “Hûn jî dê bi heman tiştî re rûbirû bimînin. Ev pergaleke faşîst ku bi têkoşîneke bi hev re dikarin bi dawî bikin e” û da zanîn ku dema hevkarî nebe mînakên weke Esenyûrtê derdikevin holê. Şahîn, got ku “Ev pirsgirêk ne tenê ya gelê kurd e, ya hemû gelê Tirkiyeyê ye” û destnîşan kir ku divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî vê bisekinin. Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya her tiştî, di pergaleke ku tecrîd neyê rakirin de çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd neyê pêkanîn û destûra bingehîn a demokratîk neyê avakirin, wê rewşên bi vî rengî her tim rû bidin. Ji bo pergaleke ku hemû gel bibe xwedî gotin ava bikin, pêdivî bi destûra bingehîn a demokratîk heye. Pêdivî, bi desthilateke ku destûra bingehîn a demokratîk pêk bîne heye. Yekane armanc rakirina tecrîdê û bicihanîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd a di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û demokrasiyê de be. Bi vî rengî wê pergala qeyûmjî jî hilweşe.”