Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin

  • rojane
  • 11:44 9 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezaya helîkoptera leşkerî ya li Ispartayê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin. 
 
Helîkoptera leşkerî ya aydê Dibistana Hewavaniyê li navenda navçeya Keçîborlu ya Ispartayê qeza kir û kete rex stasyoneke sotemeniyê. Li cihê bûyerê ambulans û komên agirkujiyê hatin sewqkirin. Wezareta Parastinê ya dewleta tirk têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku helîkoptereke bi tîpa UH-1 qeza kirine û di qezayê de 6 leşker mirine. Hat ragihandin ku ji leşkeran yek jê mîrlîwa, 3 serpel û 2 jî serçawiş in. 
 
Hat zanîn ku yek ji kesên mirî jî Fermandarê Dibistana Hewavaniyê ya Ispartayê Mîrlîwa Îsa Baydîllî ye.