Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin

  • rojane
  • 10:03 11 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Di lêpirsîna “wesfê sûc diyar nîne” ya derheqê rojnameger Firat Can Arslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hate dayin. 

Dosyaya lêpirsînê ya “wesfê sûc ne diyar e” ku Serdozgeriya Komarê ya Kirşehîrê derheqê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan de dabû destpêkirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hate şandin. 
 
Di sala 2022’yan de li Konyayê bi îdiaya “Pesindayina sûc û sûcdar” derheqê Arslan de lêpirsîn hatibû vekirin û biryara bêrayetiyê hatibû dayin û ji Serdozgeriya Komarê ya Kirşehîrê re hatibû şandin. Di dosyayê de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hate dayin û îcar dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hate şandin. 
 
SÛCDARÎ DIYAR NÎNE 
 
Rojnameger Arslan di 7’ê Hezîrana 2023’yan de li Kirşehîrê hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan di bin çavan de ma, bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Di dema binçavkirinê de Arslan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat sûcdarkirin û di vê çarçoveyê de materyalên wî yên dijîtal hatibûn lêkolînkirin. Dozgeriyê jî xwestibû ku ji hêla “endamtiya rêxistinê” ve jî were lêkolînkirin. Li ser fermana dozgeriyê, di dema binçavkirinê de gelek nûçeyên Arslan çêkiribû jî li dosyayê hatin zêdekirin. Balkêş bû ku di girteka îfadeyê ya dozgeriyê de heta cih nedabûn sûcê Arslan pê dihat tawanbarkirin jî. Arslan, bi sedema “sûc diyar nîne û nizane bi çi tê tawanbarkirin” mafê neaxaftinê bi kar anîbû.