Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin

  • rojane
  • 10:25 11 Kanûn 2024
  • |
img
WAN - Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê biryar dabû ku navê Rojîn Kabaîş li avahiya xizmetê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê were kirin. Walîtiya Wanê ev biryara meclisê red kir. 
 
Endamên DEM Partî û AKP’ê yên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di civîna 18’ê Cotmehê de pêşniyar kirin ku navê Rojîn Kabaîş a tê îdiakirin “întîhar” kiriye, li avahiya xizmetê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê were kirin. Pêşniyar, bi piraniya dengan a meclisa şaredariyê ve hate qebûlkirin. Biryar hate dayin ku navê avahiyê bibe “Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn Kabaîş.’ Ji bo erêkirina biryarê, ji walîtiyê re hate şandin û ev biryar ji hêla walîtiyê ve hate redkirin. 
 
Di biryara redkirinê de ev îdiaye hate kirin: “Biryara hatiye dayin, ne li gorî xala 24’an a rêziknameya têkildarî navnîşanê ye.” 
 
XALA WEKE HINCETA REDKIRINA BIRYARÊ HATIYE NÎŞANDAN 
 
Xala walîtiyê weke hinceta redkirina biryarê nîşan daye wiha ye: “Şaredarî; qada dikeve nava sînorên xwe, li gorî Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393’yê dabeşî tax an jî meydan, bûlwar, cade, kolan û malên komî dibe. Navên tax, kolan, cade, bûlwar, qad û hwd. nabe ku li dijî rêgezên sereke ya Destûra Bingehîn, li dijî mewzûata di meriyetê de û li dijî exlaqê giştî be û divê cihêkarî û dabeşkarî tê de tune be. Îfadeyên li gorî qaîdeyên zimanên biyanî û navên kirêt, mustehcen û pêkenok lê neyên kirin.” 
 
ROJÎN KABAÎŞ KÎ YE?
 
Rojîn Kabaîş, xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê bû. Di şeva 27’ê Îlonê de ji wargeha lê dima derket û êdî venegeriya. Malbata wê îxbara windabûnê kir û li ser vê yekê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Cenazeyê Rojîn Kabaîş 18 roj piştre li qeraa Mollakasimê hate dîtin. Pêşotopsiya Rojîn Kabaîş 25 roj piştre bi hinek dezgehên çapemeniyê re hate parvekirin. Di raporê de hat îdiakirin ku Rojîn Kabaîş xeniqî ye û wisa jiyana xwe ji dest daye. Lê belê hem Baroya Wanê hem jî malbata wê gotin ku rapora hatiye parvekirin rastiyê venabêje û xwesetin mirina wê ya biguman were zelalkirin. Baroya Wanê di daxuyaniyê de wiha got: “Nehatiye diyarkirin bê ka çawa xeniqî ye, întîhar e yan ji ber mudaxileyeke derve xeniqî ye, gelo di Gola Wanê de xeniqî ye yan piştî hatî xeniqandin avêtine golê. Di vê mijarê de agahî tune ne.” Baroyê xwest gumanên heyî ji holê bên rakirin. 
 
Bi ser re ewqas dem derbas bûye lê hêj jî ev daxwaz nehatine cîbicîkirin. 
 
MA /  Adnan Bîlen