Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin

  • rojane
  • 12:08 11 Kanûn 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Ciwanên ku li Colemêrgê ji hêla polîsan ve hatin revandin, diyar kirin ku îşkence li wan hatiye kirin, hatine tazîkirin û gefa tecawizê li wan hatiye xwarin. 

Li Colemêrgê texsiyek bi hinceta ku wesayîta polîsên sivîl derbas kiriye hate sekinandin. Texsiya ticarî ku ajokarê wê F.O. bû, li noqteya Kontrolê ya Polîsan a Depînê hate sekinandin û rêwiyên wê Azat Kaya, Şevket Kaya û Hamdullah Kaya ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Ciwanên ku rasetî heqaret û tundiya polîsan hatin, ji wesayîtê hatin payakirin, îşkenc û heqaret lê hate kirin û gef lê hate xwarin. Ciwanên bêyî binçavkirineke fermî hebe hatin girtin û îşkencekirin, ji bo rapora derbkirinê çûn nexweşxaneyê û rapor wergirtin. Piştre jî li Qereqola Cendirmeyan a Bajar a Colemêrgê îfadeyên wan hatin girtin. 
 
Ciwanên îşkence û muameleya xerab lê hatiye kirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
ROJA BÛYERÊ VEGOT
 
Ciwanê bi navê Hamdullah Kaya, da zanîn ku di 9’ê Kanûnê de li navenda Colemêrgê ji bo biçe hevdîtina kar bangî texsiyê kiriye û wiha got: “Ez û birayên min Şevket û Azat Kaya li texsiya F.O. siwar bûn û bi rê ketin. Dema em gihiştin derdora Mizgefta Çatallarê, wesayîteke polîsên sivîl li nîva rêyê diçû. Rê nedida me û me jî bi vêxistina selektorê xwest rê bide me. Piştre jî me ew derbas kir. Dema me noqteya Kontrolê ya Polîsan a Depînê derbas kirî, rêya me ji hêla wesayîteke din a polîsên sivîl ve hate girtin. Kesên em sekinandin sivîl bûn, ji me nasname xwestin. Me jî gotin polîsên sivîlin û me nasnameyên xwe dan.” 
 
HEQARET LI CIWANAN KIRIN 
 
Bi domdarî Kaya anî ziman ku piştî wan nasnameyên xwe dayin, polîsan ji me xwestin ku wesayîta xwe bidin rêxê rêyê û wiha pê de çû: “Piştre jî wesayîteke sivîlan a bi tîpa Clio ku jin tê de hebûn û piştre em hîn bûn kul polîs in, kişandin pêşiya texsiya me. Me nedizanî ka ev polîs in an na û tu belge nîşanî me nedan. Li ser vê yekê hevalê me yê ajokar jê re got; ‘hûn çima di wesayîtê de lêgerînê dikin. Ma belgeya we ya lêgerînê heye? Hûn nikarin bi vî awayî lêgerînê bikin.’ Li ser vê yekê polîsan jî got; ‘Hûn kî ne ku hûn ji me biryarê dixwazin, em çi bixwazin dikarin bikin.’ Me jî bersiv neda û got; ‘kerem bikin lêgerînê bikin.’ Di wesayîtê de û li ser me lêgerîn kirin. Li gel ku me tu pirsgirêk dernexistin jî gelek polîsên li wê derê çêr li me kirin, heqaretên giran kirin. Her tim bi tiliyên xwe li rûyê me dixistin. Li bendê bûn ku em bersivê bidin lê me neda.” 
 
LI NOQTEYA KONTROLÊ ÎŞKENCE 
 
Di berdewamê de Kaya bi lêv kir ku li Depînê demekî dirêj di kulubeyekê de hatine ragirtin û li vir muameleyeke dermirovî lê hatiye kirin. Kaya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek bi yek em tevek li vir hatin derbkrin. Em li erdê dirêj kirin û derketin ser pişta me. Heqaret li me kirin, îşkence li me kirin. Piştre jî ji me xwestin em xwe tazî bikin û tu tiştekî nehêlin ser xwe. Me jê re got ku ev li dijî rûmeta mirovahiyê ye û biçûkxistine. Lê gef li me xwarin, em derb kirin û hemû cilên li ser me bi darê zorê derxistin. Tenê bincil li ser me man. Di vê navberê de bi dengekî bilind dikeniyan, henekên xwe bi me dikirin û îşkenceya li me dikirin ji xwe re weke keyf didîtin. Ji me xwestin ku em bincilên xwe jî derxînin, piştre rûnin û rabin. Dema me ev red kirî, cop nîşanî me da û gefa tecawizkirinê xwarin. Gef li me xwarin ku bincilên xwe jî derxînin. Di wê pêvajoya em revandin de îşkenceyeke giran a fîzîkî û psîkolojîk li me kirin.” 
 
‘DERKETIN SER PIŞTA MIN’ 
 
Kaya, wiha domand: “Ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê, em mecbûr in rewşa xwe vebêjin. Ji ber ku em gelek mexdûr in. Li gel ku me tu bersiv neda polîsan jî îşkence li me kirin. Weke ku hûn jî dibînin, pozê birayê min hate şikandin. Qirika birayê min ê din şidandin û derb kirin. Polîs derketin ser pişta hevalê me yê ajokar, cilên li ser wî çirandin û lê xistin. Bi saetan em li erdê dirêjkirî hiştin. Me jê re digot ku nikarin bêhnê bistînin lê digotin; ‘em li benda sekitîna te ne.’” 
 
‘BILA BERPIRSYARAN JI PEYWIRÊ DÛR BIXIN’ 
 
Kaya, xwest ku dengê wan ji hêla raya giştî ve were bihîstin û ji bo careke din ev sepanên dermirovî neqewimin bang kir. Kaya, axaftina xwe wiha qedand: “Divê her kes li dijî ewqas îşkenceyê bikeve nava tevgerê. Em ê heta dawiyê wan gilî bikin. Em dixwazin ew kes ji peywirê bûn dûrxistin. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Bila her kesên xwedî wijdan jî dev jê bernede. Bila berpirsyar ji peywirê bên dûrxistin da ku êdî bûyerên wiha neqewimin.” 
 
MA / Mazlum Engîndenîz