Operasyona li Çiyayê Bagokê didome

  • rojane
  • 12:09 11 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Operasyona leşkerî ya ji destpêka meha Mijdarê ve li herêma çolter a Çiyayê Bagokê hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku dengê teqînan ji herêmê tê. 

Artêşa dewleta tirk di 6’ê Mijdarê de li dijî herêma çolter a Çiyayê Bagokê yê Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî da destpêkirin. Leşkerên li herêmê gef li koçerên herêmê xwarin û ji qadê derxistin û gef lê xwarin ku heta 4 rojan neyên herêmê. Hat zanîn ku li herêma Barajînê dengên zêde yên teqînan tên û gelek caran jî dengê çekan tê. 
 
Hat ragihandin ku li herêmê xebatên lêgerînê tên kirin û leşker  li dora goristanên PKK’iyan ên li Çiyayê Bagokê bi cih bûne.