Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan

  • rojane
  • 10:35 15 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez ku beşdarî çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bûye, wiha got: “Em dibînin ku Tirkiye bi destê SMO’yê êrişî Rojava dike. Em ê rê nedin van êrişand.” 

 
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li dijî van êrişan li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hate destpêkirin û nobet didome. Tevî hemû hewldanên astengkirinê jî nobet didome. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez ku di nobetê de cih digire, têkildarî armanca çalakiyê axivî. 
 
Duşunmez, anî ziman ku hêzên kûrewî ji sala 2011’an ve hewl didin bi destê DAIŞ’ê û komên mîna wê rejîma Sûriyeyê biguherînin. Duşunmez, diyar kir ku êrişa HTŞ’ê ya 27’ê Mijdarê û guhertina rejîma Şamê jî parçeyeke van mudaxileyan e û wiha domand: “Bi hilweşandina rejîma Baasê re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zîhniyeteke qirêjî xwe da der. Êrişên di sala 2014’an de bi destê DAIŞ’ê dihatin kirin, îro bi destê SMO’yê tên kirin. Îro navê HTŞ’ê li El Nusrayê kirin û navê SMO’yê jî li OSO’yê kirine û van êrişan didomînin.” 
 
 
‘DÊ GEL RÊ NEDIN VAN ÊRIŞAN’
 
Duşunmez, bal kişand ser nobetê û wiha got: “Amanca çalakiya me ew e ku em ê rê nedin gelên me bi destê van hêzên tarî neçarî polîtîkayên nû bên kirin. Li dijî hewldana ku dixwazin li Rojava rûmeta mirovahiyê binpê bikin, zarokên pak ên vî welatî li ber xwe didin û rê nadin vê hewldanê. Dê gelên me rê nedin van tiştên dixwazin bikin. Em hewl didin li Nisêbînê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Mîna sala 2014'an, îro jî bi gefê re rû bi rû ne. Careke din hewldaneke bermahiyê DAIŞ’ê heye. Hinek hêz xwedî li van hewldanan derdikevin. Di sala 2014'an de ev bi gelek belgeyan raxistin ber çavan. Niha jî heman xetere heye. Em vê piştgiriya bi hêzên tarî re qebûl nakin. Em ê rê nedin êrişên Tirkiye û SMO’yê. Em mafdar in û ji bo van çeteyan û bermayên çeteyan bişînin sergoya dîrokê dê têkoşîna me bidome.” 
 
'KES NIKARE ROJAVA JINEDÎTÎ VE BÊ’
 
Herî dawî jî Duşunmez ev tişt anî ziman: “Xelkê Nisêbînê piştgiriyê dide nobetê û tişta dikeve ser milê xwe dike. Divê em tevek bêhtir piştgiriyê bidin hêzên li Rojava rûmeta mirovahiyê diparêzin. Divê her kes bêhtir deng derxîne û têkoşînê mezintir bike. Dema Qamişlo dişewite Nisêbîn nikare bêdeng bimîne. Çawa ku dema Kobanê dişewitî Pirsûs bêdeng nema, îro jî heman rewş heye. Dema gelê Rojava rûmeta mirovahiyê diparêze, gelên Tirkiyeyê nikarin bêdeng bimînin. Banga me ji bo hemû gelên cîhanê ew e ku dengê xwe bêhtir derxînin û li qadan, li kolanan nîşan bidin ku dê rê nedin van êrişan.” 
 
MA / Ahmet Kanbal