Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir

  • rojane
  • 14:16 15 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hewldanên derxistina aloziya di navbera gel û mezheban de hişyarî kir û got: “Guh nedin nûçeyên derew û manîpulatîf.” 

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li gelên herêmê kir ku nekevin bin bandora hewldanên hin aliyên ku dixwazin nakokiyên mezhebî derbixin û nûçeyên dûrî rastiyê belav dikin.
 
Daxuyanî wiha ye:  
 
“Sûriye, piştî ku ji rejîma otorîter rizgar bû, serdemeke dîrokî û girîng derbas dike. Îro li welat pêşketinên mezin çêdibin. Ev hemû geşedanên ku li welatê me Sûriyeyê pêk tên bûne navenda siyaseta navneteweyî. Di vê pêvajoya guherîn û geşedanan de, hin alî bi gurkirina nakokiyên mezhebî û belavkirina nûçeyên dûrî rastiyê, dixwazin kêfxweşiya gelê me têk bibin. Ev alî tenê xizmeta ajandayên derve yên li dijî gelê Sûriyeyê dikin, nûçe û agahiyên derew li ser malperan û hin platformên ragihandinê belav dikin, hewl didin ku rewşa ewlekarî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de xerab bikin. " 
 
BANG LI GELAN KIR
 
Bi domdarî li dijî hewldanên derxistina aloziyan ev bang hate kirin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van kiryarên ku tenê xizmeta dijminên gelê me dikin, hişyar bin û ji hemû nûçeyan bawer nekin. Tenê guh bidin agahî û nûçeyên ku bi rêya platform û dezgehên ragihandinê yê fermî û pêbawer têne weşanadin.  Em bang li rojnamevanan û xebatkarên çapemeniyê jî dikin ku agahiyên ji hêla alî û dezgehên fermî ve nehatibin piştrastkirin, neweşînin.
 
Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê ku li dijî terora cîhanî ya DAIŞ’ê li ber xwe da, têkoşîn û şer kir, ew ê karibe armancên xwe pêk bîne, bi zanebûna û hişyariyê şoreşa xwe û destketiyên ku bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gel hatine bidestxistin, biparêze.”