ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 17 Kanûn 2024
  • |
img
* Endama Meclisa Xweser a Şengalê Nafya Mêşo têkildarî kampanyaya ji bo piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li Şengalê hatiye destpêkirin axivî û got: “Wan canê xwe ji bo me dan. Lewma civaka Êzidî çi ji dest bê dê ji bo Rojava bike.” 
 
* Tirkiyeya ku li Sûriyeyê bi binpêkirinên xwe yên mafên mirovan di raporên NY'yê de cih digire, li welêt êrişên nû dan destpêkirin. Malbata Anna Campbellê 7 sal in nikare cenazeyê keça xwe wergire. 
 
* Siyasetmedar, nûnerên rêxistinên sivîl û dayikên aştiyê yên li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn, diyar kirin ku kurd jî wekî gelên din xwedî daxwaza jiyaneke wekhev û azad in.
 
* Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî "nêzîkatiya ez ê çawa tasfiye bikim" e û Berdevkê Demî yê SMF'ê Mahîr Gurz jî got: "Rojava li hemberî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e." 
 
* Di ser mirina dengbêj Eyşe Şanê re ku tevî sirgûn, zext û gefan jî tevkariyeke mezin li muzîka kurdî kir, 28 sal derbas bûn.
 
* Ji şervanên YPJ’ê Emîra Mihemmed xelkê Ereb e û Sosin Osêv jî jî Ermen e û li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ber xwe didin. Her du jinan anî ziman ku ew weke parçeyeke Rêveberiya Xweser li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin.
 
* Hiqûqnas, rewşenbîr û hunermendan diyar kirin ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û wiha gotin: “Mesele ne tenê meseleya Kurd e, meseleya Tirkiyeyê ye. Lewma em ê xebatên bi vî rengî bidomînin.” 
 
* Danişîna ewil a doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)
 
* “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dê di roja 2’yemîn de li Rihayê bidome. (10.00) ZINDÎ
 
* Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin dê bidome. (11.00) 
 
* Meclisa Dayikên Aştiyê dê li Amedê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyê bidin. (12.00)