Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand

  • rojane
  • 15:14 21 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtî Leyla Cuma Îbrahîm ku bavê wê Bavê Teyar di êrişa ser Bendava Tişrînê de hatibû qetilkirin, peyam şand û wiha got: “Ew meşale ya têkoşînê berî niha bi salan hat vêxistin û em ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşale yê.”

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî êrişan, di 8’ê Kanûnê de bi beşdariya gelê herêmê li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê hat destpêkirin. Di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan a di 18’ê Çileyê de şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) bi giranî birîndar bû û rojek piştre jiyana xwe ji dest da. Keça Bavê Teyar, Leyla Cuma Îbrahîm (Amara) ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin, bi rêya parêzerê xwe ji bo merasîma definkirina bavê xwe peyamek parve kir. 
 
'EM TÊKOŞÎNA GELÊ ROJAVA SILAV DIKIN’ 
 
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, di merasîma definkirina cenazeyan a li Qamişloyê de ev peyam hate parvekirin: 
 
“Di serî de serê Serokatî û gelê Kurdistanê yê bi rûmet sax be. Ew ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest her dem xwedî nirxek têkoşer bû. Têkoşîna ku wî heta niha dida, me dît ku gelê Kurdistanê îro xwedî li wê têkoşînê derdikeve û bersiva xwe bi têkoşînê dide. 
 
Berî ku şehîd bikeve, di gotinên xwe yî dawiyê de wiha got ‘Em dev ji têkoşînê bernadin, em natirsin û em li vir in.’ Îro gelên welatparêz ku rabûne ser lingan xwedî li wî û hevrê yên wî derdikevin. Ew meşale ya têkoşînê berî niha bi salan hat vêxistin û em ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşale yê. 
 
Bavê min ê ku PKK'ê û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min. Ew bû wesîleya ku ez îro wî hîn zêdetir hîs bikim. Em wek girtiyên jin ên Girtigeha Erzînganê, ji malbata wî û ji malbata hevalên li cem wî şehîd ketine sersaxiyê dixwazin. Ji 7 heta 70 salî serê gelê Kurd ê bi rûmet sax be. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û ji wan re jî sersaxiyê dixwazin. 
 
Em jî dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li vir in. 
 
Şehîd namirin...
 
Girtîyên PKK û PAJK'ê yên Girtîgeha Erzîngan ê
 
Silav û rêzên şoreşgerî.”