ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê careke din têketin û derketina 11 herêman ji bo 15 rojan qedexe kir.
Walîtiya Şirnrexê têketina 11 herêman bi hinceta “herêma ewlekariya taybet” qedexe kir. Herêmên hatine qedexekirin girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ne. Qedexe dê heta 9’ê Nîsanê berdewam kir. Herêmên behsa xeberê salên dirêj e bi heman hincetê tên qedexekirin.
Herêmên hatine qedexekirin ev in: “Herêma Bestayê, çiyayên Cûdî, Gabar, Kela Memê, Kurt, Berê Derya, Mehrî, Textêreş, Kato Jîrka, Kato Marunîs û herêma Dulê."