ÎZMÎR - 10 kesên bi hinceta tevlibûna çalakiyên protestoyî li Îzmîrê hatin binçavkirin û girtin, li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê hatin derbkirin.
Li Îzmîrê 10 kes bi hineta beşdarî çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûne, bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatin girtin. Dema welatî dibirin Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, bi hinceta ku hejmartina li ser pêyan qebûl nekirine ji hêla gardiyanan ve hatin derbkirin. Yek bi yek hemû girtî şandin qawîşên girtiyên edlî.