Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû

img

ENQERE - Bernameya serdanên partiyên siyasî ya DEM Partiyê ya Cejna Remezanê diyar bû. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi boneya Cejna Remezanê biçe serdana navendên giştî yên partiyên siyasî. Bernameya partiyê ya bi boneya Cejna Remezanê diyar bû DEM Partî dê di 31’ê Adarê di roja duyemîn a cejnê de biçe serdana MHP, Partiya Gelecekê, AKP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez û endama Komîsyona Gel û Baweriyan Zeyno Bayramoglû dê di şandeyê de cih bigirin. 
 
Şandeyên tên serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê jî dê ji hêla Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Ozturk Turkdogan, Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berprisyar Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan vê bên pêşwazîkirin. 
 
DEM Partî dê saet di 09.25-09.40’ê de biçe serdana MHP’ê, saet di 10.15-10.30’ê de biçe serdana Partiya Gelecekê, saet di 12.30-12.45’ê de biçe serdana AKP’ê, saet di 13.30-13.45’ê de biçe serdana Partiya Saadetê û saet di 14.15-14.30’ê de jî biçe serdana Partiya DEVA’yê.