Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Egîd Roj ku li Bendava Tişrînê ji hêla dewleta tirk ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha bênavber êrişî Bendava Tişrînê dikin. Di êrişên heta niha de rojnameger, siyasetmedar û hunermend jî di nav de gelek kes hatin qetilkirin. Rojnameger Egîd Roj jî 40 roj berê li Bendava Tişrînê hate qetilkirin. Rojnameger Egîd Roj, di çilrojiya xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hate bibîranîn. Malbata Roj, bi dehan rojnamevan û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bîranînê bûn.
 
Beşdaran wêneyên Egîd Roj hilgirtin û dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî axivî. Dilyar Cizîrî di şexsê Egîd Roj de hemû kedkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî û got: “Di meşa azadiyê de fedakariyên mezin hatin dayîn. Hinekan xwe kirin dengê heqîqetê ji bo gelê xwe. Di pêvajoya Şoreşa Rojava de 31 rojnamevan şehîd bûn. Yê herî dawî şehîd Egîd Roj e ku şahidî ji berxwedana dîrokî ya li Efrînê kir û her tim dengê berxwedanê gelê herêmê bû. Berxwedana rojnamevan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Ji vir em berxwedana rojnamevanên şopdarên xeta şehîd Egîd Roj silav dikin.”
 
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Siyamend Elî jî bi navê ragihandina leşkerî rojnameger Egîd Roj bi bîr anî û bi van gotinan têkoşîna wî vegot: “Şehîd Egîd têkoşerek bû, di temenekî biçûk de cihê xwe di nava şoreşê de girt. Xwedî ruhekî wiha bû karibû cihê xwe di dilê her kesên wî nas kirine de çêbike. Her tim li eniyan li cem şervanên me bû, heqîqet dişopand û ji raya giştî re radigihand.”
 
Endamên malbata Egîd Rojî jî diyar kirin ku ew ê heya dawiyê li ser şopa kurê xwe bin û dev jê bernedin.