Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî

RIHA - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêngava ku ji bo piştgiriya gelê elewî yê di bin êrişan de dabû destpêkirin, alîkarî gihand bi hezaran welatiyan. Gel ji Rêveberiya Xweser xwest ku hevgirtina bi wan re bê xurtkirin. 

Di encama êrişên ku di 6’ê Adarê de li dijî elewiyên ku li bajarên peravên Sûriyeyê yên di bin kontrola Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) de dijîn dest pê kir, bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran jî neçar man ji herêmên ku lê dijîn koçber bibin.
 
Rêveberiya Xweser jî bi rêya Heyva Sor a Kurd kampanyayek ji bo hevgirtinê bi gelê elewî re da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 8 hezar û 500 pakêtên alîkariyê, 350 ton ar, 6 hezar pakêtên xwarinê û 2 hezar û 500 pakêt malzemeyên paqijiyê hatin berhevkirin. Alîkarî di 16'ê Adarê de derketibûn rê û piştî 6 rojan radestî bi hezaran welatiyên li Lazkiye, Ceblê û Banyas (Baniyas) hatin kirin. 
 
RÊVEBERIYA XWESER BÛ HÊVÎ
 
Endama Desteya Rêveber a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl ku beşdarî kampanyaya hevgirtinê ya ku bi pêşengiya Rêveberiya Xweser û gel hatibû destpêkirin bû, diyar kir ku ji bo bersivdayîna banga gel tevgeriyane. Şêrîn Xelîl got: "Em wekî karwaneke mezin derketin rê. Dema ku em gihîştin wir, me dest bi gihandina alîkariyan ji bo gel kir. Me bi sazî û meclisên baweriyan ên elewî û yên din re têkilî danî. Piraniya welatiyan li avahiyên van saziyan bûn. Gelê li wir pir baş nêzî me bû. Çûna me ji bo wan hêviyek bû."
 
Şêrîn Xelîl çavdêriyên xwe yên 6 rojan parve kir û got ku gel bi baweriya bi Rêveberiya Xweser re dest bi vegera malên xwe kiriye. Şêrîn Xelîl anî ziman ku elewî û komên baweriyên din bi hêviyê li rêveberiya xweser dinêrin û got: "Gelek daxwaz û peyamên welatiyên elewî hebûn. Dixwestin em gelek caran werin wir. Dixwazin em tevger û dîsîplîna xwe bi wan re parve bikin û wan hîn bikin. Daxwaz kirin ku ev têkilî bidome."
 
MA/Ceylan Şahînlî