Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn

img
ÎZMÎR - Li Îzmîrê li fabrîkeya kîmyasalê teqîn çêbû. Di teqînê de karkerek jiyana xwe ji dest da, 4 karker jî bi giranî birîndar bûn. 
 
Li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê, li fabrîkeyeke kîmyasalê teqînek çêbû. Li fabrîkeyê ji ber gazê teqîn çêbû û paşê agir bi fabrîkeyê ket. Li ser îxbarê agirkuj û tîmên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. 
 
Tîmên agirkujiyê şewatê tefandin. Tîmên tenduristiyê jî piştî kontrolê ragihandin ku Îbrahîm A. jiyana xwe ji dest daye û 4 karker jî bi giranî birîndar bûne.
 
Karkerên birîndar bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Alîagayê hatin kirin.