Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye

img

STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku hevkariya wan a bi muxalefetê re weke “sûc” tê nîşandan û got: “Ev ne meseleya CHP û HDP’ê ye, ev pirsgirêka demokrasiyê ye. Ev pêvajo, divê ji bo avakirina civaka demokratîk weke firsendek were dîtin.” 

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû têkildarî hedefgirtina “Lihevkirina Bajar” û operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê axivî. 
 
‘LIHEVKIRINA BAJAR DI HEDEFÊ DE YE’ 
 
Kenanoglû, bi bîr xist ku Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer bi hinceta “Lihevkirina bajar” hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin û got: “Me hêj wê demê dît ku dê ev pêvajo heta ÎBB û Îmamoglû berfireh bibe. Bi taybet jî şaredariyên krîtîk û xwedî çavkaniyeke mezin hedef tên girtin. Her wiha li dijî têkoşîna hevpar a muxalefetê suîqest tê kirin. Ji ber ku bi Lihevkirina Bajar re li gelek bajarên Marmara, Ege, Behra Spî û Anatoliyaya Navîn namzetên muxalîfan bi ser ketin.”
 
HATIN CEM HEV A MUXALEFETÊ SÛC E! 
 
Kenanoglû, destnîşan kir ku hatine cem hev a muxalefetê weke “sûc” tê nîşandan û wiha domand: “Nêzikatiya dozger a li dijî Lihevkirina Bajar, nêzikatiyeke nîjadperest e. Li cihekî dibêj ‘Armanc ew e ku Kurd li rojavayê welat di rêveberiyan de cih bigirin.’ Anku yekser mudaxileyî mafê bijartin û hilbijartinê yê Kurdan dike. Anku dibêje ‘Kurd nikare biçin aliyê rojava, nikarin li wir bibin namzet û ev sûc e.’”
 
PROVOKASYONA LI DIJÎ PÊVAJOYÊ YE
 
Bi domdarî Kenanoglû, destnîşan kir ku operasyon, binçavkirin û girtin provokasyoneke li dijî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Bi derbeyên li dijî vîna gel re hûn ê çawa demokrasiyê pêş bixin? Hûn ê aştiyê çawa civakî bikin? Dema mirov bi vî awayî lê dinêre, dibîne ku provokasyoneke îktîdarê ya li dijî pêvajoyê ye.” 
 
'BERDEWAMIYA OPERASYONA HDP’Ê YE’
 
Kenanoglû, girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û girtina hevşaredaran bi bîr xist û got: “Derbeyeke siyasî bû. Me wê demê got ‘Heke pêşiya vê neyê girtin dê sibe xwe bigihînin Stenbolê.’ Çima niha tevahiya gelê li rojavayê Tirkiyeyê li kolanan e? Ji ber ku tu wateya dîplomaya wan nîne û xwedî li dîploma, mal û milk, demokrasî û pêşeroja xwe derdikevin. Niha misogeriya tu yek ji van nîne. Yên li rojava dijiyan û ji me direviyan, niha tiştên em dijîn ferq dikin.” 
 
'MESELE PIRSGRIÊKA DEMOKRASIYÊ YE’
 
Kenanoglû, got ku ew bi xwe jî li dijî derbeya siyasî daketine qadan û axaftina xwe wiha qedand: “Girseya li kolanê bi temamî ya CHP’ê nîne. Her kesên ji bo pêşeroja welêt bifikar li qadan e. Ev meseleye ne tenê meseleya CHP û HDP’ê ye, pirsgirêka ferasetê, demokrasî û zîhniyetê ye. Tiştên bi salan bû me digotin, yên vî alî hêj nû dibînin. Lewma ji bo avakirina civaka demokratîk, xwedîderketina li îradeya gel û pêvajoyeke demokratîk a Tirkiyeyê ev firsendeke û divê em baş binirxînin. Divê girseyên li kolanan, ji bo demokrasî, aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd xeteke hevpar a têkoşînê ava bikin. Ji bo vê jî divê em milên xwe bidin milên hev.” 
 
MA / Yeşîm Tukel