Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 13 kes hatine qetilkirin. 
 
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li deverên cuda yên Sûriyeyê herî kêm 13 kes hatine qetilkirin û kesekî jî ji ber teqemeniyên bermahiyên şer jiyana xwe ji dest daye.