Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn

  • rojane
  • 16:43 28 Gulan 2025
  • |
img
 
ENQERE - Ji bo siyasetmedar û nivîskar Hamît Geylanî ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li Enqereyê şîn hate danîn. 
 
Wekîlê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê Colemêrgê yê berê, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî, li Nexweşxaneya Guvenê ya Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Geylanî, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Enqereyê şîn hate danîn. Malbata Geylanî, wekîlên DEM Partiyê û endamên Lijneya Rêveber (MYK) şîn qebûl kirin. Gelek welatî hatin serdana şînê.