Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin

  • rojane
  • 21:01 28 Gulan 2025
  • |
img
 
ÎDIR - Li Îdirê 2 jin ku xwişkên hev bûn, ji hêla tîyên xwe ve hatin qetilkirin 
 
Li gundê Hacîaga yê navçeya Başan a Îdirê mêrê bi navê Mehmet Çakmakçi (73) 2 jin qetil kir.
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; li gundê Hacîagayê di navbera hevjînên xwişkên hev Elmas Çakmakçi (52) û Hatun Çakmakçi (60) de ji ber nakokiya erd nîqaş derket. Piştî bûyerê zilamê bi navê Mehmet Çakmakçi hat gund û her du xwişk qetil kir.
 
Cenazeyên jinên ku hatin qetilkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdîrê û ji bo girtina Mehmet Çakmakçi jî lêgerîn dest pê kir.