* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên berê de bal dikişand ser mafê Kurdan ê qanûnî û Destûra Bingehîn û digot ku Destûra Bingehîn a 1921 û Pêşniyara Reformê ya Kurd a ji 20 xalan pêk tê dikare ji bo Destûra Bingehîn a nû esas bê girtin.
*Endamê Însiyatîfa 78'an a Dîlokê Mûstafa Bayram diyar kir ku 2 mehan li cem Alî Haydar Kaytan maye û got, "Kaytan digot, ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim.”
* Xwediyên weşanxaneyên beşdarî "Rojên Pirtûka Kurdî" bûne diyar kirin ku armanc dikin xwendevanan bi pirtûkên Kurdî bînin cem hev û gotin, "Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake."
* Danîşîna doza der heqê 15 kesên têkildarî kuştina Narîn Guran tên darizandin dê sibê bê dîtin û tê payîn ku biryar bê dayîn.
* Endama Desteya Disiplîna Navendî ya DEM Partiyê Zeynep Nîlgûn Salmaner diyar kir ku divê jin di pêvajoya aştiyê de roleke aktîf bilîzin û got, "Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin."
* Serokê Giştî yê SOLDEP'ê Denîz Can Aydin bal kişand ku aştî û demokratîkbûn bi civaka rêxistinkirî dikare pêk were û got, "Peywira sosyalîst û şoreşgeran birêxistinkirina têkoşîna demokrasiyê ye."
* 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd dê di roja 2’yemîn de li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bidome. (09.00-17.00)
* Ji bo siyasetmedar Hamît Geylanî dê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê merasîma bîranînê bê lidarxistin. (12.00)
* ESP dê bi daxwaza girtina girtiyên nexweş û girtina girtîgehên “bi tîpa bîrê” li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (13.00)