‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'

  • rojane
  • 09:01 29 Gulan 2025
  • |
DÎLOK - Endamê Însiyatîfa 78'an a Dîlokê Mûstafa Bayram diyar kir ku 2 mehan li cem Alî Haydar Kaytan maye û got: "Kaytan digot, 'ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim.'”
 
PKK’ê piştî kongreya 12’emîn ragihand ku endamên damezirîner ên partiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun jiyana xwe ji dest dane. Endamê Înîsiyatîfa 78'an a Dîlokê Mustafa Bayram ku ji gundê Gogan a Xelfetiyê bû şahidê salên damezirîner ên PKK'ê û têkoşîna kadroyên wê yên pêşeng û diyar kir ku dema bihîstiye Kaytan jiyana xwe ji dest daye pir xemgîn bûye û wiha axivî: “Alî Haydar ne hevalek wisa ye ku bi çend gotinan bê vegotin. Hem îdeolojîk-polîtîk hem jî di warê leşkerî de deryayek bû. Me du mehan li Ewropayê bi hev ra derbas kir. Alî Haydar rexnegirekî bi disîplîn, xurt, kadroyekî pêşeng bû ku ji bo hevrêyên xwe dihate terxankirin. Dema em bi hev re bûn gelek caran digot, 'Eger ez li dijî vê partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe ji holê rakim'. Alî Haydar bi her awayî bêqisûr bû.”
 
‘DEMA MIN A HERÎ DILŞAD DEMA EZ XIZMETÊ JI HEVALÊN XWE RE DIKIM E'
 
Bayram ku anî ziman ku wî kesayetên weke Rêberê Gelê Kurd û kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, Kemal Pîr, Cemîl Bayik û Mûrat Karayılan jî di nav de li Xelfetiyê nas kir û got, "Ya em li van navan rast hatin an jî li mala xwe malovanî kirin. Dema ez hê 13 salî bûm, ez û dayika xwe em çûn gundê Amarayê. Yek ji xwişkên min li wir zewicî bû. Abdullah Ocalan got ku ew dixwaze bi me re were. Dema dayika min dest bi pirsînê kir, hîn bû ku wê biçe cihê birayê min Ahmet Bayram lê bû. Me wê demê ev dizanibû. Rêxistinên çep hebûn. Em jî sempatîzanê wan bûn. Rabirdûyeke wî ya girtîbûnê hebû, ku me zanîbû. Ji ber vê yekê hinekî dudilî çêbû. Rûdana me ya destpêkê ya bi wî re, di dema meşa me ya ji Amara heta Gogan de bû. Carekê, li gundê me maleke xwendekaran hebû, bi qasî 15-20 metreçargoşeyî bû. Ciwan li wê malê civand û ji me re qala dîroka Kurdistanê û mêtingeriyê kir. Ji bo xwendinê jî noteke nivîskî ji me re hişt. Wê ew kom bikirana û biaxiviya û me dîsa ji bo îqnakirinê hevdîtin kir. Her 5-6 mehan carekê dihate kampên Fîlîstînê. Wê nirxandin û analîzan bikira. Ji bo armancên perwerdehîyê dê ders bide. Rasthatina me ya dawî li Şamê li malekê bû. Em bi 4-5 hevalên xwe re li odeyekê rûniştibûn, şîv dixwarin. Dema me xwarin dixwar ew hat hundir. Ji rêzê rabûm ser piyan û dema dît ku min xwarina xwe neqedand, israr kir ku xwarina xwe biqedînim. Abdullah Ocalan wê bigota, 'Dema min a herî dilşad dema ez xizmetê ji hevalên xwe re dikim e'.”
 
Bayram anî ziman ku ji bo layîqî wan bibin divê bêhtir bixebitin û ji bo ev pêvajo bi ser bikeve pêwîst e her kes piştgiriyê bide. 
 
MA / Ceylan Şahînlî