Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin

  • rojane
  • 09:10 29 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên berê de bal dikişand ser mafê Kurdan ê qanûnî û Destûra Bingehîn û digot ku Destûra Bingehîn a 1921 û Pêşniyara Reformê ya Kurd a ji 20 xalan pêk tê dikare ji bo Destûra Bingehîn a nû esas bê girtin.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin û piştî bangê pêşketinên girîng çêbûn. Di hevdîtina heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya 18'ê Gulanê de, Abdullah Ocalan bi rêya têkiliyên Kurd-Tirkan işaret bi qanûnên biratiyê kir û bal kişand ser pêwîstiya bi peymaneke nû. Pêşniyara 'Destûra Bingehîn a Nû' ku Abdullah Ocalan weke 'peymana nû' bi nav kir, ji aliyê desthilatdariyê ve jî hat bersivandin. Ewilî Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala diyar kir ku destûra bingehîn a heyî ruhê darbeyê hildigire û piştre Serokkomar Erdogan ragihand ku wan lêkolîneke nû dane destpêkirin û got, "Em ê vî gelî ji şerma destûra bingehîn a darbeyê rizgar bikin.”
 
Abdullah Ocalan di 3’ê Çileya 2013’an de di hevdîtina xwe ya bi Heyeta Îmraliyê re bal kişandibû ser pêwîstiya mecliseke damezirîner a Destûra Bingehîn û destnîşan kiribû ku divê Destûra Bingehîn a ku ji pevçûna navbera gelê Tirk û Kurd li pişt xwe bihêle.  Abdullah Ocalan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Wê maf û azadiyên gelê Tirk û civaka Îslamî bên qebûlkirin, her wiha hebûna gelê Kurd jî bê qebûlkirin. Hebûna gelê Kurd hê ji aliyê dewletê ve nehatiye naskirin. Divê hebûna wan bê naskirin. Ne tenê qebûlkirina zimanê wan e, lê belê ji hiş û bedena wan tê wateya ku divê hebûna wan bê naskirin. Bêyî qebûlkirina rastiya Kurd ji aliyê parlamentoyê ve hûn çawa dikarin destûrekê biafirînin? Hûn dikarin behsa Destûra Bingehîn a 1921 û Pêşniyara Reforma Kurdî ya 20 madeyî bikin. Qebûlkirina hebûna Kurdan a li wir heye. Em dixwazin Pêşniyara Reformê ya Kurd ji nû ve zindî bikin."
 
Rêberê Gelê Kurd bal kişand ku aştiya rasteqîn ancax bi aştiya Tirk-Kurdan dikare pêk were û wiha got: "Wan têkiliyên van her du civakan dînamît kirine û jehr kirine. Em çawa dikarin vê bi ser bixînin? Em ê li ser vê bixebitin. Rûmeta neteweyî ya gelan wê were lîstin û gel wê li ber vê bêbersiv bimîne! Ez bi hêrs im. Ez ne netewperest im. Sedema bingehîn a komkujiyan ev e. Netewe dewlet tê wateya koletiyê, nayê wateya azadiyê. Em dixwazin Kurdan veguherînin unîteyeke demokratîk. Bêyî vê di Destûra Bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê de aştî pêk nayê. Bêyî îfadeya hiqûqî û destûra bingehîn a 20 mîlyon mirovan em ê çawa bijîn?"
 
Abdullah Ocalan 'Plana Çalakiyê' ya destûra bingehîn a ji bo çareseriya demokratîk bi vî rengî pênase kir: “Divê Pêşnûmeya Reforma Kurd bê nûkirin. Ez ji bo pênaseya welatîbûnê ev pêşniyar dikim: Destûra me ya bingehîn hemû çandên dîrokî weke dewlemendiyeke Tirkiyeyê qebûl dike, mafê pêşvebirina xwe, îfadekirina azad û rêxistinbûnê qebûl dike. Di Destûra Bingehîn a Îspanyayê de jî rewş bi vî rengî ye. Ev pênase ne tenê pirsgirêka hemwelatîbûnê, di heman demê de çend pirsgirêkên din jî çareser dike. Înkarkirina hebûna Kurdan di heman demê de înkarkirina hebûna Tirk e. Eger Kurd û Îslam derkevin wê ti Tirk li Anatoliyê nemîne. Eger ev hemû hêman bên derxistin, ew lobî û hêzên serdest wê we jî li derve nehêlin. Hurmeta li hemû çandên dîrokî û naskirina mafê xwe îfadekirin û birêxistinkirinê girîng e. Amadekariyeke bi vî rengî dikare rewşê rizgar bike. Divê her tişt di nav vê de hebe. Girîng e Destûra Bingehîn ji vê re neyê girtin. Pêwîstî bi hejmartinê nîne. Sê gotin bes in: Hemwelatîbûn, girêdana dewletê.”
 
Abdullah Ocalan di 23’ê Sibata 2013’an de di civînekê de bal kişandibû ser wê yekê ku armanca wî ew e ku têkiliyên Kurd-Tirkan bi awayekî destûrî bi awayekî azad bînin ziman û ev jî bi pêkhatina Peymana Xwerêveberiya Herêmî ya Yekitiya Ewropayê mimkun e.
 
Di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an de rojeva sereke mijara Destûra Bingehîn bû. Abdullah Ocalan di wê hevdîtinê de got ku merheleya herî girîng pêvajoya qanûnî û Destûra Bingheîn e û wiha got: "Destûra Bingheîn a 1921'an destûra bingheîn a veguhêz bû û piştre Destûra Bingehîn a 1924'an pêk hat. Vê carê jî dibe ku wisa be. Di rastiyê de pêwîstî bi destûreke dirêj nîne. Destûrên bi vî rengî tenê li welatên mîna Tirkiyeyê tên dîtin. Ya îngîlîzan nivîskî jî nîn e. Ya Amerîkayê ji 12-18 madeyan pêk tê. Nivîsandina her tiştî bi dirêjahî Destûra Bingehîn vediguhere rêziknameyê."
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de pêşniyar kir ku gelên ji dîrokê hatine mîras mane wek dewlemendiyek "di çarçoveya yekparebûna Tirkiyeyê de" nas bike û di mijarên têkildarî herêm û çandan de naskirina mafê referandûmê pêşniyar kir û wiha got: "Divê ev di Destûra Bingehîn de bin û li gel vê yekê divê reforma hikûmeta herêmî jî bê kirin. Bi vî rengî divê meclîsên herêmî di mijarên weke aborî, ewlekariya herêmî, perwerde, çand, tenduristî û hwd. perwerdeya bi zimanê dayikê jî bi vî rengî çareser dibe. Eger hûn perwerdeya bi zimanê dayikê bixin pêşiya daxwazan, hûn ê asteng bikin. Lê belê eger perwerdeya bi zimanê dayikê ji desthilatdariya rêveberiya herêmî re bê hiştin, hûn ê bi her awayî çareser bikin. Em dev ji Tirkî bernadin, lê em ê tu carî dev ji zimanê xwe yê dayikê jî bernedin. Divê ev mijar bi vî rengî were fêmkirin."
 
Rêberê Gelê Kurd Ocalan got ku ger dixwazin bi wî re aştiyê pêk bînin, ev bi sererastkirina qanûnan destpê dike û pêvajo ancax bi vî rengî bi pêş bikeve.
 
Abdullah Ocalan di 21’ê Tîrmeha 2013’an de li Îmraliyê di hevdîtina xwe de balê dikişand ser girîngiya sê têgehên bingehîn ên di Destûra Bingehîn de: "Netewebûn, herêm, çand." Pişter jî wiha got: "Avaniyên civaknasiyê ku di damezirandina Komara Tirkiyeyê de aliyên sereke ne û giyanekî diyar ê dîrokî parve dikin, ku van arasteyan heta roja me ya îro bi rengê netewe û çandên herêmî pêk anîne, mafê wan e ku bi her awayî xwe di bin garantiya destûra bingehîn de bi rêxistin bikin. Helbet ev dikare baştir were formulekirin. Herêm herêmî ye. Çand Elewî ye, mezheb e, civat e û hwd e. Bi qasî netewebûnê, ne tenê Kurd her wiha kêmar jî hene. Li gorî dilê xwe dikarin xwe bi rêxistin bikin. Her kes bi rengê civaka sivîl dikare bibe xwedî meclis. TUSÎAD heye, nizanim KESK heye, bi hezaran encûmenên wiha hene; ji ber vê yekê çima divê ji bo civakan meclis nebin? Ez nabêjim divê ji bo hemû Kurdan meclisek bi tenê jî hebe. Lê, mînak ji bo kurdên girêdayî BDP'ê meclisek dikare hebe. Behsa çareseriyeke federal dikin û ji bo Kurdistanê sînorekî xêz dikin. Em ê ji ku dest pê bikin û em ê vî sînorî li ku biqedin? Ya me li ser sînoran ji xwe re esas negire. Kurdên ji Stenbolê û Kurdê ji Colemêrgê jî her du jî di nava vê de cih digirin. Ev Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn çima di nava du salan de çareseriyeke bi tenê bi pêş nexist? Pênc hezar Yewnan û pêncî hezar Ermenî mabin, eger her yek ji wan meclisek hebûya wê çi zerar bidîta?”
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 7'ê Kanûna 2013'an de bal kişand ser vî esasî ku divê ruhê Destûra Bingheîn nû bê afirandin û got, "Di Makeqanûna 1924'an de kevneşopiya çep, îslamî û nasnameya Kurd hatiye tepisandin. Eger wê destûreke bingehîn a nû were çêkirin, divê ev careke din bên nîqaşkirin.”
 
Abdullah Ocalan balê dikişîne ser çareseriya makezagona demokratîk a dîrokî, di 4'ê Sibata 2015'an de diyar kir ku ew ji tifaqa 'Destûra Bingehîn a Demokratîk' re vekirî ne û got, "Em dikarin bi her partiya ku dixwaze re Destûra Bingehîn a Demokratîk nîqaş bikin. Dema ku ji Destûra Bingehîn a 1923'an derbasî Destûra Bingehîn a 1924'an bû îhtîmala Destûra Bingehîn a Demokratîk hebû. Lê belê bi tasfiyekirina koma duyemîn a li parlamentoyê re rêya ber bi dîktatoriyê ve hat vekirin. Ya ji bo min girîng Destûra Bingehîn e. Em ê ji pevçûnan derbasî Destûra Bingehîn a Demokratîk bibin. Nîqaşa me ya bingehîn a ji 9-10 madeyan, li ser bidestxistina statuyeke demokratîk a xwe dispêre demokrasiya herêmî ye. Em hemû nasname û pêkhateyan (cemaet, mezheb, etnîsîte, çîn, bawerî, civaka sivîl û hwd) dikin hedef da ku statûyeke demokratîk bi dest bixin. Ez vê statuya demokratîk weke destûreke bingehîn a demokratîk îfade dikim. Em ê Tirkiyeyê ber bi demokrasiya herêmî ve bibin. Di heman demê de em ê welatiyan azad bikin. Em ê welatîbûnê ji nû ve pênase bikin. Em ê hemwelatîbûnê weke azadbûnê pênase bikin, ne weke koletiya dewletê. Têgeha hemwelatîbûnê di nava tevlîheviyeke mezin de ye.”
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 27'ê Sibata 2015'an de destnîşan kir ku çareseriya hiqûqî-destûra bingehîn ne dûr e û wiha got: "Dibe ku teknîkên sabotajê û saziyên nû bikevin dewrê. Pêwîstî bi bernameyeke gelek civînan, biryar û nîqaşan heye.”
 
 
MA / Ozgur Paksoy