ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 12 Îlon 2025
  • |
img
* Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyanê diyar kir ku tevgera "Jin, jiyan, azadî"yê hebûna jinan û wateya jiyanê ji nû ve daniye meydanê û got: "Vê şoreşê guhertinên mezin ê zihnî çêkirin. Guhertinên mezin di civakê de çêkirin û mesafeya di navbera gel û dewletê de qut kir û êdî xeta gel diyar kir." 
 
* Ji Koalîsyona Edaleta Avhewayê Çîgdem Ozbaş ku ji Stenbolê hat Şirnexê da ku daxwaza bidawîanîna talankirina xwezayê bike, got: "Em dixwazin polîtîkayên tenêkirinê li her derê bişikînin."
 
* Li kêleka Çemê Mûradê, siyanura ku pê li madenan tê gerîn, niştecihên herêmê her roj nêzîkî senaryoya qiyametê dike. Serokê Komeleya Meşeyê Îhsan Aytemiş got: "Li her cihê ku çem digihîje, her wargeh, her zindî û bi sed hezaran mirov dê jehrî bibin. Bi milyonan candar dê bimirin."
 
* Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yamanê diyar kir ku ambargoya li ser Kampa Mexmûrê gav bi gav kûrtir dibe û got: "Derî bi tevahî nehatine girtin, lê tê dayîn ku kampa ji jiyanê bê xalîkirin."
 
* Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk ku di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hevjînê xwe winda kir û sê salan di girtîgehê de ma, got ku pêkanînên bi vî rengî îro jî di meriyetê de ne, lê hêzên demokrasiyê li hemberî wan li ber xwe didin.
 
* Şahidê îşkence û komkujiyên dema derbeya 12'ê Îlonê yên li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Abdullah Çelmez got: "Bi bedenên ku li dijî teslîmiyeta ferzkirî, dîrok hat nivîsandin." 
 
* Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Piroglû diyar kir ku desthilat ji bo mayîndebûna xwe ketiye fetloneka dawî û got: "Heta ku gelê kurd û çînên karkeran ên Tirkiyeyê mil nedin milê hev, şansê me yê serketina di vê pêvajoyê de tune ye."
 
* Bi boneya 45'emîn salvegera derbeya 12'ê Îlonê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin.  (11.30-20.00)
 
* Di civîna 9'an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de dê karsaz bên guhdarîkirin. (14.00)