Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin

  • rojane
  • 11:49 12 Îlon 2025
  • |
img

ENQERE - Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal diyar kir ku pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo Tirkiye û herêmê firsendeke dîrokî ye û got: “AKP hewl dide pêvajoyê ji bo hesabên îktîdarê bi kar bîne. Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin.” 

 
Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal, têkildarî pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û geşedanên di rojevê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Kartal, diyar kir ku gavên Abdullah Ocalan diavêje berpirsyartiyeke dîrokî bi xwe re tînin û got: “Ji bo pêvajo bilez bibe, divê raya giştî û civaka sivîl bi roleke çalak rabe. Tirkiye jî divê xwişk-biratiyeke demokratîk a rasteqîn esas bigire.” 
 
ZEMÎNA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA 100 SALΠ
 
Kartal, bi domdarî got ku nêzikatiya Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiye û herêmê firsendeke girîng afirandiye û got: “Bi rastî jî Rêber Apo bi berpirsyartiyeke dîrokî ya pir mezin re ji bo gelên Tirkiye û herêmê şensekî mezin afirand. Ji bo çareseriya pirsgirêka 100 sal in didome, ji Tirkiyeyê re zemîneke mezin afirand. Lê dewlet beramberî vê gavên pêwîst naavêje. Ev jî di serê raya giştî de rê li ber gumanan vedike. Pir hêdî tevdigerin. Hêj niha jî hesabên siyasî yên îktîdarê hene. Hêj gavên ku gavên Rêber Apo temam bikin nehatine avêtin. Komîsyona li Meclisê girîng e lê têr nake.” 
 
'AKP PÊVAJOYÊ WEKE AMÛR BI KAR TÎNE LÊ DÊ ENCAMÊ BI DEST NEXE’  
 
Kartal, got ku ji bo pêvajo bileztir bimeşe divê raya giştî û eniya aştî û demokrasiyê bi rola xwe rabe û wiha pê de çû: “Tabloyeke tenê berdana çekan esas digire li holê ye. Divê ev bên derbaskirin û sekn û nêzikatiyên wêrek hebin. Tespîta ku dibêje AKP dixwaze vê pêvajoyê ji bo dirêjkirina emrê xwe bi kar bîne, tespîteke rast e. Lê mimkin nîne encamê jê bigire. Pirsgirêka Kurd, bi polîtîkayên fermî yên dewletê çareser nabe. Di vê mijarê de divê her kes baş fikire. Heke encamek jê dernekeve jî dê Tirkiye zirarê jê bibîne.” 
 
'SEKNA RÊBER APO ZELAL E’ 
 
Kartal, da zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke amûrekî zextê li ser Abdullah Ocalan tê bikaranîn û got ev nêzikatî şaş e. Kartal, got sekna Abdullah Ocalan sekna aştî û demokrasiyê ye û dê hesabên tesfiyekirinê encamê negirin. Kartal, wiha domand: “Sekna Rêber Apo zelal e; ‘ji bo demokrasî û çareseriyê ez  her tim amade me rola xwe bilîzim. Lê hûn nikarin li ser min tevgerê tesfiye bikin. Hûn ê ji vê encamê negirin.’ Nêzikatiyên xelet hem dê encamgir nebin hem jî dê vê firsenda dîrokî tune bikin. Dixwazin Rojava teslîmî HTŞ’ê bibe. Vê ji Rêber Apo dixwazin. Nêzikatiya AKP’ê ya li dijî Rojava, nêzikatiya li dijî gelê Kurd nîşan dide. Ev jî xeletiyeke mezin e. Divê Tirkiye destê xwe ne dirêjî HTŞ’ê lê Kurdan bike. Hevkariya stratejîk a bi HTŞ’ê re dê bi Tirkiyeyê nede qezenckirin.” 
 
'HETA NIHA NEKARÎN BI ŞER ÇARESER BIKIN’ 
 
Ji bo gefa Erdogan a “şûr” jî Kartal got: “Heta niha nekarîn bi şûr, çek û şer çareser bikin. Heke bikariyan ji xwe li Îmraliyê pêvajoyeke wiha dest pê nedikir. Tabloya şer a li Rojhilata Navîn ji bo her kesî xetere çêkir. Bi taybet jî ji bo Tirkiyeyê. Rêber Apo jî ji bo gelên Tirkiyeyê firsendek afirand. Pir xelete ku bi şûr bersiva vê were dayin. Kurd ne Kurdên berê ne. Divê nûnerên dewletê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin. Entegrasyona demokratîk ew e ku gelê Kurd, siyaseta Kurd, têkoşîna azadiyê ya Kurd entegreyî pergala demokratîk a Tirkiyeyê bibe. Lewma divê her kes bi berpirsyartî tevbigere.” 
 
‘NAXWAZIN PÊVAJO LI SER VÊ ESASÊ BIDOME’ 
 
Kartal, bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hêj didome û ev tişt anî ziman: “Pergala heyî demokratîk nîne. Lewma jî divê ji ewil zemîna siyasî ya demokratîk û zemîna hiqûqî were amadekirin. Divê nîşan bidin ku pêvajoyeke aştiyane û demokratîk esas digirin. Ji bo vê jî divê şert û mercên jiyan û xebatê yên Rêber Apo bên başkirin, pêşiya wî were vekirin û li ser vî esasî nêz bibin. Lê pêşiya vê venakin. Çima? Ji ber ku naxwazin pêvajo li ser vê esasê pêş bikeve.” 
 
‘DIVÊ EM ZEXTÊ LI HIKÛMETÊ BIKIN’
 
Kartal, got ku divê komîsyon biçe serdana Abdullah Ocalan û di vê mijarê de raya giştî û muxalefet zextê li îktîdarê bike. Kartal, anî ziman ku ji bo firsenda dîrokî ya hatiye afirandin bêhtir bibandor pêş bikeve, divê tevahiya derdorên muxalîf û demokratîk bi rola xwe rabin û zextê li îktîdarê bike ku gavan biavêje. 
 
‘ÎKTÎDAR HEWL DIDE TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE’
 
Kartal, got ku AKP bi operasyonên li dijî muxalefetê re pêvajoyê sabote dike. Kartal, bi lêv kir ku îktîdar hewl dide temenê xwe dirêj bike û got: “Helwesta wê ya heta niha ew e ku dixwaze pêvajoyê weke amûrekî bi kar bîne. Lê ev dikare biguhere. Ev jî dema her tişt ji AKP’ê re nehate hiştin dê biguhere. Di tevahiya beşên leşkerî, siyasî, îstîxbarî û hwd. ên pergalê de nîqaşên kûr hene.” 
 
KOMÎSYON 
 
Bi domdarî Kartal, got ku avakirina komîsyonê girîng e lê xebat di çarçoveyeke teng a weke “pirsgirêka terorê” de tê nirxandin û got: “Heta niha jî encama tê xwestin ji komîsyonê derneketiye. Kartal, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike da ku bikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze. 
 
‘ZIMANÊ DAYIKÊ PIRSGIRÊKA KURD BI XWE YE’ 
 
Kartal, got ku komîsyon divê peywira xwe rast bi kar bîne û astengkirina axaftina bi Kurdî weke xeletiyeke mezin nirxand. Kartal, got: “Komîsyonê dikariya ev firsend bi nêzikatiyeke dîrokî, demokratîk û aştiyane pêşwazî bikira. Astengkirina axaftina bi Kurdî ya dayika me, ji bo komîsyonê kiriyarekî gelek nebaş e. Divê komîsyon vê kêmasiya xwe bibîne û xwe sererast bike. Axaftina bi Kurdî ya dayika me, pirsgirêka Kurd bi xwe ye. Nêzikatiya ku zimanê Kurdan, hebûna wan qebûl dike dikare di çareseriyê de rola xwe bilîze.” 
 
Kartal, anî ziman ku tiştekî objektîf nîne ku ji bo qonaxa din li benda Ocalan û PKK’ê bimînin û got: “PKK’ê gotina Rêber Apo binpê nekir. Bi biryareke dîrokî ya kongreyê re bersiv da. Rêber Apo û PKK ji destpêkê heta niha di mijara aştî û demokrasiyê de bi vî rengî nêz bûn.” 
 
'RONTGENÊ ÎNKARKIRINA GELÊ KURD’
 
Kartal, diyar kir ku têkiliyên AKP-MHP’ê yên bi HTŞ’ê re rontgenê înkara Kurdan e û got ku hesabên ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser, hesabên xelet in. Kartal, got: “Ev yek dê tu tiştekî bi Tirkiyeyê nede qezenckirin. Sedema têkiliyên bi HTŞ’ê re, tesfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Nêzikatiya wan a li dijî Rêveberiya Xweser, nêzikatiya li dijî gelê Kurd e. Tirkiye ji vir winda dike. Heke rast nêzî Kurdan bidin dê pir mezin qezenc bikin.”
 
‘ROJAVA XETA ME YA SOR E’ 
 
Kartal, daxuyand ku heke Tirkiye êrişî HSD’ê bike dê Kurd têkoşîneke bibandortir bikin û gotina Abdullah Ocalan a “Rojava xeta min a sor e” bi bîr xist. Kartal, got: “Di dema xwe de hemû Kurdan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da. Heke li dijî Rojava êrişek çêbibe, dê hemû Kurd têkoşîneke mezintir bikin. Dê bibe rojev ku hemû hêzên Kurd di bin sîwana rêveberiya xweser de bikin yek. Di vê meseleyê de peyama Kurdan heye. Divê Tirkiye vê bibîne. Heke AKP hesabên îktîdarê bike, hesabên hilbijartinê bike, nêzikatiya siyasî ya herî rast ew e ku xwişk-biratiyeke rast bi Kurdan re ava bike. Hêvîdarin AKP xeletiyeke weke êrişî Rojava neke.” 
 
BARZANÎ Û YEKITIYA KURDAN 
 
Kartal, anî ziman ku daxwaza Mesûd Barzanî ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazeke erênî ye û ambargoyên PDK’ê rexne kir. Kartal, axaftina xwe wiha qedand: “Di mijara Şengal û Mexmûrê de em dixwazin helwestekî nû pêş bixin. Divê polîtîkayên yekitiya neteweyî di çarçoveya neteweya demokratîk de bin. Em dibînin ku nêzikatiyên erênî yên birêz Barzanî di vê mijarê de hene. Helwesta wî ya ji bo hevdîtina bi Rêbertiyê re, helwesta li dijî êrişeke îxtîmalî ya li dijî Rojava girîng e. Lê mijarên Mexmûr û Şengalê jî pir girîng in. Divê Şengal û Mexmûr ji bo PDK’ê bibin destpêkeke nû. Divê helwesta xwe ya heta niha biguherînin. Ev mijar ji bo yekitiya Kurdan firsend û ezmûn in.” 
 
MA / Firat Can Arslan