Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan

  • rojane
  • 16:42 21 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîsyona Meclisê di dengdayînê de biryar da ku şandeyek biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê, civîna xwe ya 18’an li dar xist. CHP’ê ragihand ku dê endamên xwe neşîne Îmraliyê û civîn terikand. Lê dîsa jî hewldanên CHP’ê yên ji bo sabotekirina civînê vala derket û komîsyonê civîna xwe domand. 
 
Di encama dengdanê de biryar hate dayin ku şandeyeke ji komîsyonê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.