Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?

  • rojane
  • 09:31 19 Kanûn 2025
  • |
MÊRSÎN - Xizmên girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyan û wiha pirsîn: "Hîn jî girtiyên pîr û nexweş di girtîgehan de hene. Ji aliyekî ve hûn behsa aştiyê dikin û ji aliyê din ve ev mirov di hundir de ne. Ev çi cure aştî ye û em çawa dikarin baweriya xwe bi vê aştiyê bînin?"
 
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, heta niha ji bo berdana girtiyan, bi taybetî yên nexweş, wekî niyeteke niyeta baş, tu gav nehatine avêtin. Xizmên girtiyan, rexne li dewlet û desthilatê kirin ji ber ku di pêvajoyê de gavan neavêtine û rewşa girtiyan neguherîne. Xizmên girtiyan wiha bertek nîşan dan: "Ji aliyekî ve behsa aştiyê dikin, ji aliyê din ve jî hîn jî girtiyên nexweş bernadin." Halîde Ezerê ku kurê wê Mahir Ezer 15 sal in girtî ye, got: "Kurê min ji ber ku ew Kurd e hat girtin. Em Kurd in."
 
Halîde Ezerê bilêv kir ku kurê wê ji bo Girtîgeha Bolûyê hatiye veguhastin û ew nikare serdana wî bike û got: "Nêzîkî 10 nexweşiyên kurê min hene û ez navên wan jî nizanim. Ji ber ku ez bi xwe pîr û nexweş im, nêzîkî 4 sal in ez nikarim serdana wî bikim." 
 
'EM JI BO AŞTIYÊ DERÎ BI DERÎ DIGERIN'
 
Halîde Ezerê diyar kir ku ew naxwaze dayikên din jî heman êşê bikişînin û got: "Tevî hemû zilm û zorê, em daxwaza aştiyê dikin. Em ji bo aştiyê derî bi derî digerin. Em dixwazin dayikên polîs û leşkeran jî mîna me ji bo aştiyê derî bi derî bigerin. Em ji bo aştiyê her gavê diavêjin, lê ew nakin."
 
KURDAN EWARE DIKIN
 
Halîde Ezerê anî ziman ku dewlet û desthilat di vê pêvajoyê de hin taktîkên derengxistinê bi kar tînin û got: "Divê ew niha aştiyê bikin; dewlet êdî nikare gavan bavêje. Ew hîn jî ji me re dibêjin 'terorîst'. Em ne terorîst in; yên ku ji me re dibêjin terorîst ew bi xwe terorîst in. Em tenê ziman û nasnameya xwe dixwazin. Em ne li dijî ala Tirkiyeyê ne. Ala me dê li kêleka ala Tirkiyeyê be. Em ne li dijî tu alayê ne. Xwedê 70 hezar ziman afirandine û her gel li kêleka zimanê xwe aleke xwe heye. Ala Tirkiyeyê jî bi xwîna me çêbûye. Kê li Çanakkaleyê şer kir? Yek ji wan ên ku şer kirin Kurd bûn û ew bi aya Kurdan hat qezenckirin."
 
'DERDÊ ERDOGAN KURDÊN SÛRIYEYÊ YE'
 
Halîde Ezer got: "Em ji bo vê pêvajoyê baweriya xwe bi Rêberê xwe tînin, ne bi wan. Em dayik êdî mirinan naxwazin. Bila êdî kezeb neşewitin. Lê hîn jî kesên ku li dijî aştiyê li ber xwe didin hene. Hûn çi dikin bikin, ev aştî wê çêbibe. Pirsgirêka Erdogan Kurdên Sûriyeyê ye. Ew difikire ka çawa wan ji holê rake. Ev pêvajo wê heta hilbijartinê bidome ji ber ku ew tu gavan navêjin. Ger ew dibêjin ku ew aştiyê dixwazin, çima hemû girtiyên siyasî, nemaze girtiyên nexweş, nehatine berdan? Bahçelî bi xwe got, 'Bila Ocalan were Meclisê û biaxive.' Wê demê çima ev pêvajo salek e berdewam dike û çima Rêberê me nehatiye berdan?"
 
'BERÎ BIMIRIM DIXWAZIM AŞTIYÊ BIBÎNIM'
 
Riyaze Nergîz ku kurê wê Cengîz Nergîz ji sala 2016'an vir ve girtî ye, got: "Kurê min li Girtîgeha Xarpêtê ye. Ez 75 salî me û nexweşiya dil, tansiyona bilind, şekir û gelek nexweşiyên din hene. Ez nikarim biçim bajarên dûr. Lê dîsa jî ez hewl didim ku bi qasî ku ji destê min tê serdana kurê xwe bikim."
 
Riyaze Nergîzê diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê û got: "Bila kesên din nemirin. Bila dayika leşkerekî an gerîlayekî negirî. Her du alî jî guneh in. Em aştî û biratiyê dixwazin. Lê ez heta ku kurê min ji deriyê mala me derbas nebe, baweriya xwe bi aştiyê naynim. Ez dixwazim berî ku bimirim aştiyê bibînim."
 
Ayşe Firatê, dayika Şiyar Firat, diyar kir ku kurê wê heşt caran cezayê muebbedê xwariye û li Girtîgeha Bûrdûrê tê girtin. Ayşe Firatê got ku ji ber veguhestina kurê wê ji bo cihekî dûr, di du salên dawî de tenê du caran kariye serdana wî bike. Ayşe Firat got: "Sedema veguhestina wan ji bo bajarên dûr ew e ku hem girtî û hem jî malbat mexdûr bibin. Dixwazin têkiliya di navbera girtiyan û malbatan de qut bikin. Lêbelê, têkiliya me bi zarokên me re qet qut nabe û em ê her tim li cem wan bin."
 
'HEYA RÊBERÊ ME AZAD NEBE NE AŞTÎ ÇÊDIBE NE JÎ AZADÎ'
 
Ayşe Firatê anî ziman ku ev pêvajo tenê bi rûniştin û nîqaşkirina bi Abdullah Ocalan re çareser dibe û got: "Divê ew ji bo vê yekê bi Rêberê me re li ser maseyê rûnin. Ji bo vê aştiyê divê biryareke hevbeş were dayîn. Wekî din, em nikarin xwe bispêrin tiştekî din. Hîn jî di girtîgehan de girtiyên pîr û nexweş hene. Ji aliyekî ve hûn behsa aştiyê dikin û ji aliyê din ve ev mirov di hundir de ne. Ev çi cure aştî ye û em çawa dikarin baweriya xwe bi vê aştiyê bînin? Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Bêyî azadiya Rêberê me, ne azadî û ne jî aştî çêdibe. Dema ku Rêberê me azad be, ne tenê gelê Kurd, di heman demê de gelê Tirk jî azad dibe."
 
Ayşe Firat diyarê kir ku ji bo aştî pêk were, divê Kurd di navbera xwe de yekitîyê pêk bînin û got: "Yekitîya Kurdan tê wê wateyê ku Kurd li her derê bi azadî bijîn. Girtî dê azad bibin. Rêberê me dê azad bibe. Ger yekitîya me tune be, em ê winda bikin. Divê dayik zarokên xwe êdî ne di tabûtan de, bi kulîlkan hemêz bikin." 
 
MA / Mehmet Guleş