Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn

  • rojane
  • 20:35 19 Kanûn 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku sala borî li Bendava Tişrînê di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera yekemîn a mirina xwe de li Kobanê hatin bibîranîn.
 
Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19'ê Kanûna 2024`an de dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di bombebarana balafireke bêmirov a Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Yekîtiya Ragihandina Azad û Yekitiya Ragihanina Jin ji bo salvegeha şehadeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan merasîke bîranînê bi amadebûna bi dehan rojnamevan, nûçegihan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyan, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li KObanê li dar xist.
 
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştire hevserokê Yeketiya Ragihandina Azad a Kantona Firatê Mihemed Mistefa sersasxî ji malbat û hevrêyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re xwest û diyar kir ku ew ê şopdarên rêya wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.
 
Hevsroka Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) a Kantona Firatê Dicle Ehmed dayar kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan kêlî bi kêlî êrişên dagirkeriyê dişopandin û ji raya giştî re parve dikirin û wiha got: "Şehîd Cîhan û Nazim her tim êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin û dexwestin her kes bi hovîtiya wan bibînin. Wan bi hêz û moraleke herî xurt bi pênûs û kemereya xwe têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dan meşandin û kêlî bi kêlî hovitiya dijmin eşkere kirin."
 
Dicle Ehmed anî ziman ku ew ê jî bi pênûs û kamereya Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şopdarên rastiyên bin û êrişên dijmin ji raya giştî re parve bikin û wiha got: "Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û em ê pênûs û kemereya wan li erdê nehêlin û em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin."
 
Piştî axaftinan, mûm li ber wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat vêxistin.
 
Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.