Sancar Baroya Wanê ziyaret kir

img

WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de Baroya Wanê ziyaret kir. Sancar, anî ziman ku îqtîdar xwedî hişmendiyek darbekar e û wiha got: "Ev daraza heyî ne daraz e. " 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de Baroya Wanê ziyar kir û li ser rewa darazê axivî. Di ziyaretê de li gel Sancar, endam û rêveberên HDP'ê yên Navendî û parlamenterên HDP'ê jî amade bûn. Heyet ji aliyê Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar û rêveberiya baroyê ve hatin pêşwazîkirin. Sancar, di ziyareta Baroyê de diyar kir ku pîşeya wî ya esasî hiqûq û akademîsyene û wiha got: "Ji ber vî pîşeyê xwe, li baroyên perwerdehiyê salên min ên zanîngehê têne bîra min. Ev ziyaret ne tenê ziyareta bername û protokolê ye. Duh em ji Colemêrgê derketin rê. Em rastî gelek astengiyan hatin. Dema me dest bi meşê kir me çorcoveyek diyar kir û me hin biryar girtibûn. Ev biryar jî ewe ku em ê tu carî dest ji mafê xwe yê demokratîk û rewa bernedin. Em rêya rageşî û hincetan li tu kesan venakin. Erka dewletê û hikûmetê ewe ku parastdina mafên rewa û zagonî hêsan bike. Divê her kes karibe bi hêsanî sûdê ji van mafên xwe yên rewa bigire. Lê li şûna ev mafê me bê parastin em rastî astengiyan tên. Ez dubare dibêjin HDP xwedî biryar e ku mafê demokratîk li ser bigeha rewa pêş bixe. Em nayên lîstik û kozikan. Partiya me bi serpêhatiyên xwe pişiya ye. Ev hêz û biryara me heye." 
 
'PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ HEYE' 
 
Sancar, anî ziman ku meşvan bi vê meşê peyama "Li vî welatî pirsgirêka demokrasî, edalet û aştiyê heye wiha lê zêde kir: "Em dikarin pirsgirêka demokrasî, edalet û aştiyê bi hevre çareser bikin. Meşa me banga ku em bi hevre pirsgirêkan çareser bikin e. Hemû aliyên ku demokrasiyê dixwazin divê tev li meşê bibin. Divê her kes li gorî hêza xwe piştgiriyê bidin vê meşê. Banga me ewe ku her kesên aştîxwaz û demokratîk li dijî vê rewşa heyî îtîrazên xwe bilind bikin. Divê deng û dil bigêjin hev. Di meşê de em ê hemû sazî û rêxistinên demokratîk ziyaret bikin. Demokrasi pirsgirêka me tevan e. Edalet pirsgirêka her kesî ye. Min civîna baroyên herêmê ya li Mêrdînê şopand. Ez we pîroz dikim. Encamnameyek gelek xweş hat weşandin. Niha dixwazin baroyan bê rol û mîsyon bihêlin û ji bo vê yekê amadekariyê dikin. Dixwazin Baro, TTB, TMMOB û rêxistinên muxalif ji cewherê wan dûr bixin. AKP ji roja bûye îqtîdar heta niha dixwaze van rêxistinan têxe kontrola xwe. Lê bi ser nakeve. Em her dem dibêjin darbe her tim bi tang û topan pêk nayê. Eger hûn vîna civakê ji destê wê derxin ev helwestek darbekariyê ye. Em li dîjî vê yekê têdikoşin. Em têkoşîna baroyan ji nêzik ve dişopînin. Ev perçeyek têkoşîna me ye. Daxwazên baroyan daxwazên me ye." 
 
'EV DARAZ NE DARAZ E' 
 
 
Sancar, destnîşan kir ku di demên dawî de di mijara daraza serbixwe û bi edalet de pirsgirêk hene û wiha berdewam kir: "Serokê AYM'ê jî wê rojê di civîna endamekî de aşkere kir. Bi rastî jî êdî daraz ne daraz e. Em dubare dibêjin ev daraz ne daraz e. Li forî fermana îqtîdarê stu xwar dike. Lê gelek dozger û darger xwedî wîcdan in. Parêzerên ÇHD’î ewil bi operasyonekê binçav kirin û piştre girtin. Ji bo darizandina bi edalet dest bi rojiya mirinê kirin. Bi taybetî Ebru Timtik û Aytaç Unsal demek dirêj in ji bo mafê xwe di rojiya mirinê de ne. Rewşa wan her ku diçe xera dibe. Daxwaza wan pir hêsan e. Darizandinek bi edalet dixwazin. Darizandina bi edalet ne tenê daxwaza wan e. Ev edalet ji bo her kesî lazim e. Ez bang li Hikûmetê û Wezareta Darazê dikim ku hestiyar tev bigerin. Di demên dawî de binpêkirina van mafên mirovan zêde bûye. Sedema vê yekê jî ji bo îqtîdara xwe berdewam bike ye." 
 
Sancar, herî dawî da zanîn ku xebatên baroyan  ên mînak hene û wiha lê zêde kir. "Bi rastî jî di salên dawî de helwesta baroyan a li dijî binpêkirina mafan pir wêrekî ye. Eger edalet winda bibe dê civak ji civakê derkeve. Ji ber vê yekê meşa me ji bo edalet, aştî û demokrasiyê ye. Ev edalet pir jiyanî ye."