DEVA: Astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin

img
ENQERE – Ji DEVA’yê Mûstafa Yeneroglû, diyar kir ku astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin.
 
Serokê Polîtîkayên Hiqûq û Edaletê yê Partiya Pêngav û Demokrasiyê (DEVA) Mûstafa Yeneroglû, bertek nîşanî astengkirina “Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê” ya HDP’ê da. Yeneroglû, astengkirina kêfî ya “Mafê meş, rapêşî û civînê” yê makeqanûnî û tundiya kesên ku dixwazin vî mafî bi kar bînin, tê kirin, şermezar kir. Yeneroglû, destnîşan kir ku meşa HDP’ê bi awayekî nelirê bi biryarên îdarî tê astengkirin û got ku ew astengkirina meşa HDP’ê qebûl nakin.