HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike

img
ENQERE - Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî astengkirina Serokên Baroyan da û got: "Partiya di nava navê wê de edalet heye êrîşê edaletê dikin." 
 
Wekilê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, li meclîsê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, astengiya li pêş Serokên Baroyên ku ji 41 bajaren ji bo edalet û mafê xwe bi dirûşmeya "Parastin dimeşe" hatin Enqereyê û li Enqereyê hatin astengkirin rexne kir. Oluç, anî ziman ku guhertina der barê hilbijartina baroyan û pergala parêzeriyê de li dijî hiqûq û demokrasiyê ye. Oluç, anî ziman ku Baro bi partiyên komên wan hene re hevdîtin kirin û piştre di 19'ê Hezîranê de meşa Enqereyê dan destpêkirin û wiha got: "Serokên 56 baroyan li ketina Enqereyê ser rêya Eskişehirê hatin asteng kirin. Polîsekî sivîl li Serokê Baroya Dîlokê da. Ev mudaxaleya li dijî parêzera nişan dide ku li Tirikye lafê azadiya ramanê, îfadeyê û parastinê tune ye. Em wekî HDP'ê vê yekê qet qebûl nakin. Em dibînin ku partiya di nava wê de edalet heye, êrîşî edaletê dike. Partiya Îqtîdarê bûye partiya li dijî edaletê."