Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Alan Meîş li ser xebatên yekîtiya partiyên Kurdan ên li Rojva û polîtîkayên li dijî yekîtiya Kurdan rawestiya û diyar kir ku xebatên yekîtiya li Rojava dikare ji bo yekîtiya partiyên Başur bibe mînak. Meîş, bal kişand ser polîtikayên li dijî yekîtiyê jî û got: "Tirkiye, Îran û Rejîma Sûriye naxwazin Kurd yekîtiyê pêş bixin.  Li aliyê din balyozxaneya Amerîka li Sûriyê bi daxuyaniyekê lihevkirina destpêkê ya ENKS’ê û PYNK’ê pîroz kir." 

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), di 17'ê Hezîranê de bi amadebûna şandeyên ji her du aliyan, tevî fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê William Robak daxuyaniyeke hevpar weşand û tê de destnîşan kir ku qonaxa yekemîn a diyalogên yekitiyê bi dawî bûye û gihaştne nêrîneke siyasî ya hevpar. Aliyan diyar kirin ku dê diyalog li ser bingeha Peymana Dihokê berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmzekirin. Aliyan di daxuyaniyê de gotin: "Di 16’ê Hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşeroja nêz de îmze bikin." Her du şandeyan tekezî bi hevkarî û yekitiya Kurdî li Sûriyê kir û ev gav weke gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirineke mezintir û hevkariyeke pratîk di berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê de pêşwazî kirin.
 
Li ser hewldanên yekîtiyê, xebatên wê, bandora wê û polîtîkayên li dijî wê Rojnameger Alan Meîş ku li Rojava ji nêzîk ve geşedanan dişopîne pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand. 
 
 
Diyalogên di navbera Partiyên Yekitiya Niştîmanî y Kurd (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di çi astê de ne? Li ser çi esasî diyalogê dest pê kir? 
 
Piştî avakirina sîwana “Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd” ku PYD’ê jî di nav de ye, bêhtirî 3 caran hevdîtin bi amadebûna nûnerêna Amerîka û Fransa pêk hatin. Piştî wan hevdîtinan gihaştin wê rêkeftinekê û di 16”ê Hizêranê de herdû aliyan ragihand ku lihevkirineke siyasî çêbûye. Lê mijarên weke rêveberî û hêzên leşkerî nektine rojev qonaxa yekem a hevdîtinan. Her wiha herdû aliyan eşkere kir ku wê danûstandin li ser bingehê “Peymana Dihokê” berdewam bikin. Wê peymanê sê xalên girîng di nava xwe de dihewand. Ew jî mijarên Lêvegera siyasî ya Kurdî, rêveberî û hêzên parastin bû. Xala girîng di vir de rêverberî ye. Ji ber wê demê hîna “Rêveberiya Xweser” li vê herêmê nehatibû avakirin û tenê di çarçoveya lêvegera siyasî ya Kurdî de xebat dihat meşandin. Mijara hêzên leşkerî jî li gorî peymanê, “fermandariyeke hevbeş a herdû hêzan be” ango “QSD’ê” û “Pêşmergeryên Roj”, Halê hazir amadekarî ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn tên kirin û li gorî berpirsan, atmosfereke erênî niha li holê ye”. 
Helbet piştî dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û hewldanên firehkirina dagirkeriyê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî insiyatîfeke da destpêkirin û got “Divê aliyên Kurdî di Sûriyê de bibin xwedî yek nêrîn û hewlwest”. Li ser vê yekê hevdîtinên veşartî pêk hatin û piştî bêhtirî 6 mehan em van encamên îro dibînin. Dîsa hêzên Kurdî yê girêdayî Rêveberiya Xweser her tim banga hevdîtinên yekser dikir ku divê destkeftiyên Rojava werin parastin. Aliyekî wê yê din jî heye, ew jî aloziya Sûriyê. Gelek civînên navdewletî çêbûn, lê belê nûnerên Kurdan tê de tunebûn û mafê Kurdan di ber çavana re nedihat derbaskirin. Ji lewre bi van gavan hewl didin Kurd bi yekdengî beşdarî civînên Cenevê bibin û li gorî biryara NY ya 2254 ew jî di nava çareseriyê de bin. Bi qasî tê dîtin jî, Amerîka û Fransa jî di nava heman hewldanan de ye..
 
Xebatên yekîtiyê partiyên din û pêkhatiyên din çawa lê dinerin. Rexne û piştgirî çine?
 
Niha ji bilî partiyên ENKS’ê û PYNK’ê du partiyê Kurdî li derve mane ew jî Partiya Yekîtî (Wehdê) û Partiya Pêşverû. Van herdû partiyan ji destpêkê de cihê xwe di nava van xebatan de negirtin û hîna jî li derve ne. Lê belê ew herdû partî dixwazin weke aliyekî din ê xebatan nîşan bidin û heta niha jî daxwazên wan bi awayekî fermî nehatine zanîn. 
Li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî Kurdan, ew lihevkirina destpêkê weke “Rojeke Dîrokî” bi nav kir û bi awayekî erênî pêşwaziya vê gavê dikin. Her wiha em dizanin ku di nava Rêveberiya Xweser de gelek pêkhatiyên hene û ji destpêkê de cihê xwe di parastin û avakirina vê herêmê de lîstine. Ew jî ji gava pêkanîna yekîtiyekê di nava Kurdan kêfxweş in û dibêjin “Eger Kurd di vir de bibin xwedî yekhelwest, hêza vê herêmê zêdetir dibe û bi hev re dikarin wê biparêzin” Bi kurtasî hemû pêkhatiyên herêmê bi awayekî erênî nêzî mijarê dibin û yekîtiya Kurdan weke hêz û yekîtiya xwe pênase dikin. Rexneyên ku derdikevin ew e ku, “hebûna ENKS’ê di nava Itîlafê de hindek tenegezariyê ji bo Kurdan çêdike û eşkerekirina helewesteke rasterast li hemberî dagirkeriya Dewleta Tirk jî, gelek pirsan di serê welatiyan de çêdike”. Ji lewme Opozsyona Sûriyê yekser dijberiya van gavan kir û yekser jî dijberiya endama xwe “ENKS’ê” kir û weke gaveke “parçekirin û parvekirinê” bi nav kir. Ev nameyên bi vî rengî ji aliyê gelek endamên Opozsyonê ve hatin parvekirin. Di heman çarçoveyê de jî, Dewleta Tirk bi xwe jî li ser zimanê wezîrê wê yê Karê Derve Mevlût Çavuşoglu jî, gef li ENKS’ê xwar û weke armanceke xwe ya rewa nîşan da. Her wiha ragihandina girêdayî Rejîma Sûrî jî dijberiya vê gavê kir û weke projeyek Amerîkî bi nav kir. Bi gotineke din dibêje ku ev projeyek Amerîkî ye û dixwaze bi rêya wê Sûriyê dabeş bike.
 
 
Ev hewldan û diyalogên ji bo yekîtiyê dê bandorê çawa li ser perçeyên din bikin. 
 
 
Di hema ku ev xebatên Yekîtiyê tên meşandin, hêviyên ji bo pêkanîna Yekîtiyê li ser asta Kurdistanê jî zindî dibin. Aliyê PYNK’ê dibînin ku eger ev xebat li Rojava sînordar ma, wê demê nayê wateya serktineke giştî ya vê pêvajoyê. Li Başûrê Kurdistanê niha parçekirineke mezin heye. Ev jî dibe sedem ku dagirker keysbaz bikin û destê xwe li wir werdin. Rewşa Rojava dikare bibe mînakek ji Başûr re, ne berovajî wê. Dîsa ev xebat bi piştgiriya hêzên Kurdistanî tê meşandin. Bi nêrîna min hîna zû ye em bêjin ka wê bandorê bike yan na, ji ber ku hîna ev xebatên li vir bi awayekî giştî negihaştiye serî. Lê bi awayekî giştî dibe mîna gaveke şênber ji bo hemû aliyên Kurdistanê. Xebatên li Rojava ew nakokiyên di navbera aliyên  Kurdistanê dikare hindekî hênik bike û ne weke berê “xîtabî” hev bikin. 
 
Nêzîkatiya hêzên derve wekî DYA û Fransa û Rûsya çawa nêzîk dibin. 
 
Ji xwe Amerîka û Fransa navbeyankariyê di navbera ENKS’ê û PYNK’ê dikin û dixwazin vê pirgirêkê çareser bikin. Helbet herdû dewlet jî endamên NATO’yê ne û xwedî berjewendiyên mezin in. Lê ew girîgiyê didênê û dixwazin ev xebat baş bi rêve biçe û hin caran jî zextan li aliyên Kurdî dikin. Ji xwe di roja 17 Hizêranê de, balyozxaneya Amerîka li Sûriyê bi daxuyaniyekê lihevkirina destpêkê ya ENKS’ê û PYNK’ê pîroz kir. Ev yek jî weke helwesta Amerîkayê hat pênasekirin. Ji bo Rûsya heta niha tiştekî zelal negotiye. Lê bi qasî tê dîtin ku ew Rejîma Sûriyê ji bo dijberiya vê projeyê dide pêş. Wekî di destpkê de me got, Ragihandiya Rejîmê vê weke projeyeke Amerîkî pênase dike û diyar e gelekî jê aciz e. Bi taybet ku ev xebat ji bo beşdarbûna Kurdan a di Cenevê de ye û ev jî ne li gorî dilê Rûsyayê ye. Lê bi awayekî fermî tiştek negotiye. Dewleta Tirk û Komên wê jî bi awayekî yekser dijberiya xwe nîşan da û heta asta ku gef jî xwarin û armanckirina ENKS’ê ji bo xwe rewa nîşan da. Îran jî hîna helwesta wê ne zelal e. Lê bi giştî xuya dike ku dagirkerên Kurdistanê ji vê tifaqê aciz in û dixwazin rojek berî rojekê xerab bikin. Tirkiyê û Îran û Rejîma Sûrî bi hev re dixwazin van xebatan asteng bikin, Ji xwe êrîşên hevbeş ên Dewleta Tirk û Îranê li Başûrê Kurdistanê, ji vê mijar qut nabe û pêve girêdayî ye.
 
 
Ji niha û şûnde dê xebatek çawa bidin pêş xwe.
 
Niha her kes li bendê ye ku qonaxa duyem a hevdîtinan dest pê bike û mijarên weke Rêvebirina vê herêmê û hêzên parastinê were çareserkirin. Helbet niha Rêveberiya Xweser û QSD’ê hene. Li gorî agahiyên derdikevin, dê xebat li ser bingehê Rêvevberiya xweser bimeşin û ev jî weke şertekî lihevkirinê ye. Heta niha awayê wê nehatiye zanîn lê belê, gelekî qala hilbijartinan tên kirin. Ji bo Hêzên Leşkerî jî, peymana Dihokê wê yekê dibêje, “Sîwaneke hevbeş a hêzan çêbibe û vê herêmê biparêzin”. Bi giştî niha li benda xebateke bi vî awayî ye ku dê di qonaxa duyem de rojevên sereke bin. Ev nêzîkbûna aliyên Kurdî bandora xwe li ser yekîtiya rewşa pêkhatiyên din dike û bi hêztir dike.